“Rêzan Cawîd, li rêyekê digeriya ku ji PKKê derkeve”

Ali-Javanmardi-cavid-rezan-cawid-ali-ciwanamardi-1

Di êrîşa dewleta Tirk a di 6 ê Tebaxê ya li Qamişlo yê de kadroyê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê Yusif Rêbanî bi nasnavê kod «Rêzan Rojhilat» jiyana xwe ji dest da, heta niha nasnameya kadroyên PKKê yên di êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane, nehatiye eşkerekirin.

Der barê navên wekî Leyla Wan û Engîn Karaaslan «Heydar» de ti daxuyanî nehatine kirin, ew daxuyaniyên hatin belavkirin jî ka li ku derê jiyana xwe ji dest dane nehatiye aşkere kirin.

Rêveberiya Rojava yekem care bi awayekî fermî qebûl kir û daxuyaniyek da ku endamekî PKKê yê li Rojava şehîd bûye. Weke Darka Mazî me nivîsek li ser wê yekê belav kir ka çima PKKê pêwîstî dît ku Rêzan Cawîd rave bike.

PKK çima dîyar kir ku Rêzan Cawîd li Rojava jiyana xwe ji dest da ye

Rojnamevan Elî Cewanmerdî der barê Rêzan Cawîd ê ji Rojhilatî yê li Rojava jîyana xwe ji dest dayî, daxuyaniyên girîng dan

Darka Mazî, di meqelaya xwe de nivîsîbû ku Rêzan Cawîd berê jî xwestibû ji PKKê derkeve, lê hat girtin û ji bo rêgirtin ji veqetîna wî jî ew sirgûnî Rojava kirin, li ser vê mijarê yek ji navên girîng ên çapemeniya Kurd û rojnamevanê xwedî tecrûbe Elî Cewanmerdî jî daxuyaniyek weşand.

Ali-Javanmardi-cavid-rezan-cawid-ali-ciwanamardi-1

Rojnamevan Elî Cewanmerdî di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî  wêneyên wî yên dema hevdîtina bi Rêzan Cawîd re belav kirin, her wiha bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê jî kir.

Ciwanmerdi çi got?

Yosif Rebanî, berniyas bi Rêzan Cawîd, şoreşgerekî nerazî ji curê xebata PKKê û dûrketî ji xebata Rojhilat, li Qamişloyê bi sedema bombebarana Tirkiyê şehîd ket.

Çima ciwanên Rojhilat divê li Qamişloyê werin şehîdkirin di demekî de wilatê dagirkiriyê me bi sedema meleyan di xerabtirîn rewş de ye?!

PKKe beşeke ji Mîhwerê Miqawemê yê rejîma Îranê û Cemîl Bayik bê veşartin û bi fermî ev yek ragihandiye ku bi Îran û Rûsiyayê re ne.

Ciwanên Rojhilat divê  rastiyan bibînin û ji xeta miqawemeta Îranê dûr bikevin .

Rêzan Cawîd, hewil da ji PKKê qut bibe, lê ew bir û şande Rojava û ji fermandariya PJAKê dûr xist.

Rêzan piştî 2017an û îxaneta Kerkûkê bi rêya rêhevalek hevbeş ku endamê berê yê PKKê bû pêwendî bi me re kir ku rêyekê ji boy bibînîn, lê mixabin em nekarîn.

Daxuyanîya Elî Ciwanmerdî nûçeya Darka Mazî piştrast dike

Daxuyaniya Cewanmerdî bi zelalî dide xuyakirin ku bi çi sebeb Rêzan Rojhilat li Rojava ye, ev yek jî daxuyaniya berê ya malpera me ya li ser mijara Rênas piştrast dike.

Rêzan Cawîd, piştî sala 2016 ê li rêyekê geriya ku ji PKKê derkeve, lê wî nekarî vê plana xwe ser bixe.

Ali-Javanmardi-cavid-rezan-cawid-ali-ciwanamardi-1

Di PKK-PJAK ê de hebûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê

Pirsa Cewanmerdî ya “Hûn di nav refên PKKê de çi dikin”, ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê jî mijareke pirr girîng e, PKKê ku bi Îranê re şirîkê stratejîke û ji sala 2011 an û vir ve li herêmê li gorî siyaseta Îranê tevdigere, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi navên KODAR, YRK, PJAK û hwd kom dike, lê pêşî li têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê a neteweyî ya li dijî rêjîma Îranê digire, her wiha PKKê heta niha dijminatiya hemû rêxistinên siyasî yên herî girîng yên Rojhilatê Kurdistanê wek KDP-î, HRK, KOMALA û hwd bi tûndî kirî ye, di sala 2016 an de êrişî hêzên Pêşmerge yên ku dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin, kir û Pêşmerge yek şehîd bû, PKKê ji bu dewleta Îranê erka pasewanên sînorî dilîze û dixwaze bi harîkarîya Îranê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bibe hêzekî sîyasî.

Pustên heman beş