Gergerlîoglu: Divê PKK tekez dev ji çekan berde

Gergerlioglu

Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglû got, “Rêxistina ku pevçûnan didomîne (PKK) divê tekez dest ji çekan berde û divê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê de em pirsgirêkên xwe li Parlamentoyê çareser bikin”.

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu di civîna çapemeniyê ya li Parlamentoyê de bi bîr xist ku îro 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û got ku divê mirovahî salê carekê vê firsendê ji dest nede.

Gergerlîoglu diyar kir, li cîhanê dibe ku di navbera civak û kesan de pirsgirêk û şer hebin, lê armanca mirovahiyê her tim gihiştina aştiyê bûye.

Gergerlîoglû destnîşan kir ku mirov ji şerên cîhanê û nakokiyên herêmî gelek zirarê dibînin û got: “Em dizanin ku li Tirkiyeyê ji ber cudahiyên olî û etnîkî pirsgirêk û nakokî hene. Li ku derê pirsgirêk hebin, aştî lê tune ye, divê çareserî hebe. Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê de em careke din dibêjin ku divê di zûtirîn dem de pevçûnên ji ber pirsgirêka Kurd derketine bi dawî bibin”.

Gergerlîoglu diyar kir, divê rêxistinên ku tevlî şerê çekdarî dibin, tekez çekên xwe deynin û got: “Rêxistina ku pevçûnê didomîne, PKK divê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê de bi temamî çekan deyne û divê em pirsgirêkên xwe li parlamentoyê çareser bikin. Pevçûn, mirin û xwîn kêrî ti kesî nayê. Em niha di demekê de ne ku divê çareserî bê dîtin”.

https://twitter.com/i/broadcasts/1lPJqBElvdQxb?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1565249018233606147%7Ctwgr%5E15e686757733f38cdbed7f48ee836a9247d437a8%7Ctwcon%5Es1_&ref_url=https%3A%2F%2Fwww.rudaw.net%2Fkurmanci%2Fmiddleeast%2Fturkey%2F010920222

Pustên heman beş