Diktorekî diyar bi îşkenceya hovane a HSD’ê jiyana xwe ji dest da

Diktorekî diyar bi îşkenceya hovane a HSD'ê jiyana xwe ji dest da

Rêveberê têkilîyên giştî yê Partiya Sûryaya Pêşerojê Musena Ziyab Ebdulkerîm li bajarê Tebqayê yê rojavayê parêzgeha Reqayê di encama îşkenceya hovane ya di girtîgehên HSD’ê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, hêzên Sûryaya Demokratîk li roja 7î Tebaxa îsal 2022 an, Diktor Musena Ziyab ku rêveberê têkilîyên giştî yê Partiya Sûryaya Pêşerojê ya nêzî PYDê ye, desteser kir û paş derbasbûna 20 rojan li jêr îşkenceya HSD’ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên “Darka Mazî” diyar kirine ku HSDê diktor Musena bi hinceta hebûna têkilîyan bi hêzên opozisyona Sûriyê re desteser kirbû.

Herwiha destnîşan kirine ku HSD’ê îşkenceyeke mezin di girtîgehê de li diktor Musena kirine û li jêr îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, HSD’e piştre cenazeyê wî radestî malbata wî kirine û jê re gotine ku wî bi nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyên xwecihî jî eşkere kirine ku malbata diktor îdîayên HSD’ê derwandine ji ber ku îşkence li ser cesedê diktor hatiye dîtin.

Hêjayî gotinêye ku berî çend rojan jî rojnamevan “Emmar El-Zekab” ku ji bajarê Reqayê ye di encama îşkenceya hovane de di zîndaneke HSD’ê de hate kuştin.

Hêzên Sûryaya Demokratîk ev demek dirêje xebatkarên çapemeniyê û çalakvanan li Rojava Kurdistanê û herêmên di bin kontirola Rêveberiya Xweser de bi tometa têkilîyên li gel Artêşa Nîştimanî û îstixbarata Tirkiyê desteser dike û îşkenceyê li wan dike, diktor Musena qurbanoyê herî dawî yê vê kampanyaya HSD’ê ye.

Pustên heman beş