Wezîrê Derve yê Filistînê bersiva nameyeke Kurdên Efrînê dide

Wezîrê Derve yê Filistînê bersiva nameyeke Kurdên Efrînê dide

Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî bersiva nameya şandeke xelkê Efrînê da û ragihand, “Em niştecihkirina her Filistîniyekî li ser axa Kurdî û ne-Kurdî red dikin.”

Şandeke Kurdên Efrînê derbarê pirsa avakirina komelgehên niştecihkirinê li herêma Efrînê ji aliyê saziyên Filistînî ve, roja 8ê Îlona 2022an serdana Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kirin.

Di bersiva nameya şanda Efrînê de, Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî di nameyekê de ragihand, “Derbarê avakirina komelgehên niştecihbûnê ji bo niştecihkirina Filistîniyan li Efrîn – Sûriyê de ku hin ji wan komeleyan navên Filistînî hildigirin, li gorî zanyariyên gihîştine me, ev karekî takekesî û ji aliyê komeleyên ku nûnertiya dewleta Filistînê nakin ve hatiye kirin.”

Di bersivê de hat jî, “Rêxistina Rizgariya Filistînê û têkoşîna wê ya berdewam ji bo pêkanîna dewleta Filistînê bi paytexta wê Quds El-Şerîf, bi hemû gelê me yê Filistînê re, pabendî mafê vegerê ye û hemû projeyên niştecihbûnê jî red dike.”

Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê tekez kir, “Yê ku projeyên niştecihbûnê red bike û ji bo azadî û serxwebûnê têdikoşe, nikare kiryarên destdirêjiya li ser zevî û milkên kesên din bipejirîne, bi taybet ku ew kes an kom Filistînî bin.”

Her wiha Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê di nameya xwe de dibêje: “Ji ber vê yekê, em niştecihkirina her Filistîniyekî di bin çi navî de li ser axa Kurdî û ne-Kurdî red dikin û em qebûl nakin maf û milkên malbatên Kurd li Efrînê û deverên din ên Kurdî li bakurê Sûriyê bên binpêkirin.”

Riyaz El-Malikî di dawiya nameya xwe de got: “Pêzanîna me ya mezin ji bo gelê Kurd li Sûriyê heye ku li kêleka têkoşîna gelê Filistînê rawestiya, şehîd dan û di nav refên şoreşa Filistînê de xebat ji bo mafên gelê Filistînê kirin.”

Pustên heman beş