5 selmandin ên Qarayilan û çend gotin li ser siyaseta çeqelî yê

Mirad Qereyilan yek ji rêveberên payebilind ên PKK ê yên ji derveyî koma Enqereyê ye. Di sala 2004 an de Serokê Konseya Rêveber a KCK ê bû. Dema ku peywirên din wergirtin, di siyaset û medyayê de bêtir xuya bû. Bi taybetî Kurdên Rojava û Başûr bawer dikirin ku ew di nava PKK ê de kesekî Kurdistanî ye. Bi kurdî dipeyivî, bang li hestên kurdewariyê dikir, axaftinên ne îdeolojîk dikir, hestyarî dipeyivît. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê sempatiye jê re hebû. Lê her ku sal derbaz bûn, kumê wî ket û keçele wî jî dîyar bû. Dema ku kumê wî ket dîyar bû ku Mirad Qereyilan ne kesekî Kurdewar e kesekî çeqel e.

Bi taybetî dema hevpeyvîna ku di 22 ê Îlonê de ji malpera PKK ê ya Ewropayê ya ANF ê re kirî, bi baldarî were lêkolînkirin, baş tê fêmkirin ku çima ji Qereyilan re tê gotin çeqel. Ji ber ku hevpeyvîna Qereyilan li ser xapandin, hîlebazî, fêlbazî û derewên profesyonel hatiye çêkirin. Bi rastî jî hevpeyvîn tune, Qereyilan pirs bi xwe nivîsandibû, paşê jî nerm tevdigerî, mîna ku di bin navê mirovekî nîyet paqiş û meqûl de çeqelî dike. Qereyilan bi awayekî nepenî hêzên Pêşmerge weke cehş bi nav kir û gefa êrîşê kir. Wî her weha weke çelqelekî salborî xwest raya gişti a Kurd berîhev bide. Wî behsa pênc xalan kir. Di van pênc xalan de tê gotin ku 1-Barzanî ji aliyê dewleta tirk ve nayên naskirin, 2-PKK naxwaze kurdan bikuje, 3-PDK çareseriya Bakurê Kurdistanê asteng dike, 4-Kurd dijminatîya PDK ê ji bîr nakin 5-Divê di navbera kurdan de diyalog hebe.

Qarayilan: Ev 5 mehe me dewleta Tirk rawestandiye

Qarayilan di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje, 5 meh in dewleta Tirk rawestandiye. Heke Qereyilan dewleta Tirk rawestandibe, çima niha leşkerê Tirk li serê çîyayê Kurejarî ye? heke Qereyilan Tirk rawestandibin Çima artêşa Tirk çîyayê Reş e? çima artêşa Tirk çîya zerkî ye? çima artêşa ji Çelê heya nava gûndên Nêrweyî û rêkanî yan rêkên qîrkirî çêkirî ne? Çima artêşa Tirk pira Balokan çêdike? Eger Qereyilan artêşa Tirk rawestandiye, çima Qereyilan nikare biçe Xinêre, Xaxureke, Avaşîn, heftanîn, Zapê û deverên“parastina Medya”? Qereyilan bihostek çihê ku qûna xwe danîtê nema ye. Behsa çi “raswestandinê” dike.

Artêşa Tirk yek pêngav jî nehatîye rawestandin. Heke rawestandiba ma çawa leşkere Tirkan dikarî bû şeva ewilî li Kurejarî, çîyayê reş, serê Sînya(Şikefta birîndara) tepe Rûbar bigirin? PKK, deverên ku ji sala 1986 an ve di bin kontrola wan de; Hikûmeta Şer a Botan Behdînan, Komara Zapê, herêmên parastina Medya û tevahiya xeta sînorê Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kirin.

Diviyabû ku te li Amedê dewleta Tirk têk bibira, ne li Amêdî yê !

Qarayilan çeqelek rast e. Ji devê wî tif dibare û dibêje, “Em di vî şerî de ji tu cihî paşve neçûn, me paşvekişîn qedexe kir, bila PDK bihêle, em ê li Amadiyê artêşa Tirk têk bibin.” Qereyilan virek tu ji Amed, Dêrsim, Garzan, Zagros û Botanê vekişiyayî. Li bakur yek deng ji te nayê. Li Başûr we Zap, Avaşîn, Çiyaye Reş, çîyayê kolin, Kurejar, çîya Zerk, Girê Merîna “Cehenem” heyanî Sora Sigêrê da dewleta Tirk. Qereyilan tû bi paşvekişandinê ve gîhayî deşta Nînova. Kak Qereyilan, te rast û çepê xwe tevlihev kiriye. Diviyabû ku hûn li Amedê dewleta Tirk têk bibin, ne li Amêdî yê. Di navbera Amêdiye û Amedê de mirov li ku dinêre, 400 km heye. Hooo Qereyilan nê te bakûr û Başûr paş xwe ve hêlane tû gîhayî deşta Nînova fermandarê revok. Ger wiha dewam bike, Qereyilan û rêveberiya PKK ê wê werin navenda bazirganiyê ya Familî Mall a li Hewlêrê û bibêjin, “PDK nahêle em li ser vê avahiyê cîh bibin, bi alîkariya dewleta Tirk dike.” Fermandarê revok Qereyilan tu çend ji devê xwe kefa tifê biavêjî, serê xwe li dîwaran jî bixî, hûn nikarin ji gelê Kurd re rave bikin ka “çima li Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re şer dikin”.

Ma PDK nahêle hûn li Stenbolê li Amanosê şer bikin?

Tu li Amêdî yê çi dikî, çi şixulê te heye? We Dewleta Tirk bi dûvê xwe ve girêdaye, kîderê dewleta Tirk dixwaze tû berê wan didî wir. Ew artêşa tirk ji Boluyê tên Şêladizê û Kanî Masê yek fişekê navajîyê vêca hûn ê li Amêdiyê rûnin û dewleta Tirk têk bibin? Pîşek şerm bikin kes bi van metelokên we naxapît. Qereyilan bi Km an ji dijminî dûr e dibêje “min berdin” kesê çingilê te ne girtî ye Qereyilan dê fermo… hema despê bike ji Lêlkan heya Heftanîn hemû xeta sînor ji dijmin paqij bike. Payre jî derbasî Botan û Amed û Garzanê bibe yê deste te bigire ji te kêmtir be. Ma PDK li wir jî destûrê nade. Hûn li yek bajarekî Tirkî yê teqînê nakin, ma PDK li wir jî bo we asteng e?

Me vala-vala ji Qereyilan re negot çeqel. Çeqel evîndarê cesed a ye. Ger li deverek mirîyek hebe, çeqal li dor tê û diçe û dibêje: “ev tonk(yem) e wê bibe bara min” Qereyilan di hemû axaftina xwe çend nav lê kir. Navên kesên ku mirine. Hûn ê zarokekên Kurdan têxin tunelên mirinêde, paşê hûn ê derkevin û bi navên wan li televîzyonê qîr-wîr ê bikin. Ev mirinxezî ye. Ji sala 1992 an û vir ve bi hezaran kes di bin kontrola Qereyilan de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo şexsê wî jî biparêzin bi sedan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Navê kesê bîst sal berê li Herekolê-Besta-Kato jiyana xwe ji dest da nayê bîra wî, niha jî bênavber zarokên 14-15-16 salî dişînin mirinê. Ji bo ku fermandarîya Qarayilan bimeşe hewceyî bi mirina ciwanên Kurd heye.

Çeqelî zexelî ye

Qarayilan, bê guman çeqelekî zexel e. Qereyilan rabû ser xwe û di pênc gotaran de fêlbaziya xwe vegot. Bi rastî, wî dixwest ku hestîyarîya gel bikar bîne. Herî zêde jî dixwest gelê Bakur provoka bike. Di xala sêyem a ji 5 xalan de jî got, “PDK li Bakurê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike.” Hêza ku herî zêde li Bakur piştgiriyê dide çareseriyê PDK ye. Bi her awayî atmosfera aramîyê dê PDK ê xurtir dike. Lê li Bakurê Kurdistanê du beş hene ku ji şer sûd werdigirin. Dewleta Tirk û PKK. Ger şer nebe, dewleta Tirk nikare li Rojhilata Navîn çerxa xwe bizivire. Ger şer nebe Cemîl Bayik,qerayilan û Qelkan ne ku bibin serokên sîyasî ew nikare bibe muxtar jî. Rêveberiya PKK ê xwe di şer de afirandiye. Ya ku li Bakurê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike, têkilî û danûstandinên ku “PKK û dewleta Tirk yên veşartî” ne.

Qarayilan: wa ENKS, ma ne şerm e ku Amerîka navbeynkar e ku Rêveberiya Xweser bicive?

Di pirsa pêncemîn a Qereyilan de got ku divê di navbera kurdan de diyalog hebe û dû payre di pirse: “ma ne şerm e ku Amerîka navbeynkar e ku ENKS, Rêveberiya Xweser bicivin. Ma aqilê kurdan tune ye?”  Bi rastî ev pirs nîşan dide ku Qarayilan di çeqelî yê de derketiye doktora kirî ye.

 Mirad Qereyilan heta sala 2019 an bi xwe berpirsê rêveberiya siyasî ya Rojava bû. Niha karê leşkerî dîsa girêdayî Qereyilan e. PKK ê li Rojava hemû pêkanînên yekserî û dîktatorî yên ku ji kolonyalîstên xwe hîn bû yî; revandin, kuştinên kiryar nediyar, girtina rojnameyan, bi molotofan şewitandin a avahiyan, îşkence, li dijî ENKS ê û mûxalîfên din pêk anî. PKK ê hevdîtinên li Rojava tenê ji bo Kurdan mişûl biken, bi kar anî. ev Siyasetek bû. PKK di dirêjahiya dîroka xwe de ji bilî çepên tirk bi ti rêxistineke kurd re hevkarî û tifaq nekir, ye. Carinan dixwest bi şanoya hevgirî yê puanan bi dest bixe. Dema dilê wan bixwasta jî, her tim derbeyek lêxist. Ev li Rojhilat Kurdistanê jî derbasdar e.

Lîstikên Çeqelan qet naqede

di çeqalan de lîstik xwelas nabe. Her pênc hêmanên Qerayilan beşek ji van lîstikên Çeqelî yê ne. Ya rastî polîtîkaya PKK ê hemû çeqlî ye. Xapandin, xîzî, dizî, derew ji qarakterê ceqêl tê. Divê neyê ji bîr kirin ku ger hûn piçekî bersivê nedin û neqîrin, wê çeqel bi hawar were û nanê li ser sifra we bidize. Ji bo vê jî dema çeqel li dora we digere, pêwîst e hinekî bergirî bê kirin da ku çeqel ji we dûr bikeve. Bersiva rêveberiya PKK ê, Qereyilan jî di nav de dayîn, erkekî Kurdistanî ye.

Pustên heman beş