Rêxistina PKKê îro nasnameya 3 çekdarên xwe yên keç ragihand ku li sînorê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 25\9\2022ê nasnameya 3 çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li 20 îlona îsalê li sînorê Amedê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Ev 3 keçên ku PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirîn, navên wan Aliye, Xedîce û Hacer in, ew ji bajarên Wanê, Şirnexê û Amedê ne, PKKê ew weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekiriye.