PKKê 3 zarokên din yên Kurdan kuştin

pkk-zarok-turkey-kurd-kurdistan-kck-hpg-qandil-ocalan (4)

Partiya Karkeran weke her roj nasnameya 3 zarokên din ragihand yên ku beriya 3 mehan bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û ji nûve mirina wan eşkere kir.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan parvedike yên ku di berxwedana xwe ya saxte de dide kuştin, îro roja duşemî 3/10/2022ê jî nasnameya 3 zarokan du jê keç ragihand ku li 4 tîrmeha îsalê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

Navên van zarokan wisaye:

Evîndar Kavak û Şîlan Okman ji Mêrdînê, her wiha Mucahid Tok ji Mêrsînê.

PKKe her roj wêneyên zarokên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, ev zarok li salên berê hatine feda kirin û paş derbasûna demek dirêj ji nû ve rêxistn mirina wan îlan dike.

Partiya Karkera ji boy çêkirna şervanan, zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê di revîne, rêxistinên parastina mafên zarokan yên navdewletî ev yêk tesbît kiriye.

Pustên heman beş