Mobbînga PKKê ya li ser kesên ku çalakiya Mêrsînê rexne kirî dewam dike

demirtas-Bayik-pkk-kck-demirtash (1)

Mobbînga PKKê ya li ser kesên ku çalakiya Mêrsînê rexne kirî dewam dike, vê carê jî Cemîl Bayik axivî: Axaftinên tên kirin axaftinên vala ne û bêexlaqî ne

Yek ji damezrînerên PKKê û Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, li ser nîqaşên piştî êrîşa Mêrsînê hatin kirin, gefên tund kirin, Bayik ji televîzyona PKKê Stêrk TV re got, “Ev xeta xweparastinê ye, kes nikare zimandirêjî yê li vê xetê bike, divê her kes rast nêz bibe û biaxive, ji bilî encamên çalakiyê yên ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê derxistî, hemû axaftin axaftinên vala ne.

Ji rêveberên PKKê Dûran Kalkan beriya niha axaftineke tund kiribû û gef li Demîrtaş xwari bû.

Mobbînga PKKê ya li dijî siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dimeşîne

Gotina mobbing edî buye gotînekî sîyasî. Mobbîng bi wateya “Bêzar kirin, westandin û jî boy teslim girtina kesekî an jî tevgerekê, erîşa nefsî, siyasî, çelseyî u dorbeç kirinê” tê. Rastî jî tîşka ku PKKe li ser siyasata Legal pêk tîne mobbînge, ji berk ku dixwaze qada siyasî ya bakur yekcarî teslimî wê bibe.

PKKe dixwaze li Bakurê Kurdistanê qada siyasî ya Legal bi tena serê xwe birêve bibe û qebûl nake ku kes bi nasnameya xwe ya takekesî siyasetê bike. Hemî kesên hatine destnîşan kirin, bi eşkere an jî nepenî têne qewitandin, kesên wekî Osman Baydemîr û Leyla Zana jî tên bêbandor kirin.

PKKe bi dijwarîya devkî siyasetmedarên Legal mobbîng dike. PKKe ya ku bi berdewamî gefan li civakê dixwe, nirx û şehîdan ji bo zexta derûnî bi kar tîne, wan çavtirsandî dike, dibêje em nahêlin hûn werin hilbijartin û tecrîdê dide hemû cudahiyan bêdeng dike, bi taybet medyaya civakî û medyaya partîyê xwe di vî warî de ektîv bi kar tîne.

PKKe ya ku berê gelek caran ev yek kiribû, bi taybetî jî piştî êrîşa şeva 26ê Îlonê ya li Mêrsînê li dijî polîsan hat kirin, bi êrîşkarîyekî tund bersiv da wan kesên ku ev çalakî rexne kirin.

Piştî êrîşa polîsan a li Mêrsînê nîqaşên hatin kirin

Piştî êrîşa li dijî binke ya polîsan a li Mêrsînê, ku baskê leşkerî yê PKKê HPGê çalakî girtibû ser xwe. Cemîl Bayik bi awayekî vekirî û bênav anîn, bersiv da daxuyaniyên Demîrtaş û HDPê da.
Her wiha Cemîl Bayik got: “Henek kes wê çalakiyê rexne dikin, dixwazin biçûk, erzan û bê bandor û berovajî bikin, çima li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê ya li ser gelê Kurd, gerîla birêve dibe û kîmyewiyê û bombeyên nuklerî yên taktîkî bikar tîne, dernakevin. Çima ji dewleta Tirkiyê, ji desthilatiya AKP/MHP’ê re nabêjin ku siyaseta hûn dikin siyaseta sûc e. Hûn sûc dikin û dixwazin her kesî jî bikin şirîkê xwe”.

Cemîl Bayik wiha dewam kir: “Yên ku dibêjin bila şer nebe, bila şîdet nebe, wê çaxê lazime vê ji dewleta Tirkiyê bixwazin. Eger ku Sara û Rûken li Mêrsînê ew çalakiya mezin kirin, lazime her kes li ser wê bifikire û ji xwe re encaman derxîne. Rast nêzî meseleyê bibe. Çima ev çalakiye pêş ket, sedem çiye?, li dijî zilma dewleta Tirk sekinîn. Tişta ku kirinî ev e. Ew xeteke. Xeta xweparastinê ye. Kes nikare wisa dev dirêjî vê xetê bike. Pêwîste her kes rast nêzîk bibe û rast biaxive. Axaftina derveyî vê çalakiyê, encama wê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirkiyê çêkirî jî wê bibînin. Ew axaftinên din hemû vala ne. Pêwîste her kes li pêşberî vê xet û çalakiyê bê îman û bê wijdaniyê neke”.

Pustên heman beş