Li Şamê 18 leşker di teqînekê de hatin kuştin

Li Şamê 18 leşker di teqînekê de hatin kuştin

Li gundewarê Şamê di encama teqîna bombeyeke vedayî bi otobuseke leşkerî de, 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.

Ajansa fermi ya Sûrî “SANA” belav kir, îro danê sibê bombeyeke vedayî bi otobuseke leşkerî li gundewarê Şamê teqiya û di encamê de 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.

Heta dema ku ev nûçe hatiye nivîsandin, ti aliyekî berpirsyariya xwe di vê teqînê de ranegihandiye û medyaya hikûmeta Sûriyê tenê gotiye “teqîneke terorîstî” ye.

Hin medyayên xwecihî yên Sûriyê belav kirin, otobusa armanckirî ya “Firqeya Çaran” a hêzên artêşa Sûriyê ye û teqîn li ser riya Sebûre – Şam hatiye kirin.

Pustên heman beş