PKKe ne bi tenê derewan li malbatên Gêrîlayan, belku li tev gelê Kurd dike, PKKe hertim ji bo veşartina binketinên xwe di qadên şer de hêncetên bê wate derdixîne û bi derwan dixwaze xwe weke serketî nîşanî gelê Kurd bide.
Di vî warî de herî dawî PKKê di medyaya xwe de nûçeyek parve kiriye û tê de derewên herî mezin û gotinên dûr ji exlaq dike, PKKê di vê nûçeya xwe de nasnameya 17 ciwanên Kurd eşkere kiriye ku herî dawî di şerê xwe yê saxte yê bi Tirkiyê re bi destê eskeran dayne kuştin, bi vê jî nasekne û tê derewan derheq PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve dike û dixwaze wusa nîşan bide ku PDKe bi kuştina van ciwanan dil xweşe.
Rêxistina PKKê weke hertim, nav û wêne û tam agahî derbarê van 17 keç û xortên Kurd parvekirine û tenê amaje bi temena wan nekir, ji bo ku cînayeta revandin û kuştina zarokên Kurdan li ser rêxistinê tesbît nebe.
Îro roja sêşemî 18/10/2022ê çapemeniya PKKê bi parvekirina nûçeyekî, nasnameya 17 Gêrîlayên diyar kir ku di şer de bi destê artêşa tirkiyê dayne kuştin, medyaya PKKê ji boy veşartina şikestinên xwe yên berdewam di qadên şer de hatye û sedema kuştina van ciwanan ji boy bikaranîna çekên kîmyewî yên gaza jehrî vedgerîne, lê sedema kuştina van ciwanan her çi be, vê rastiyê naguherîne ku PKKe li her derê rastî şikestinên mezin hatiye û her ku diçe zêdetir ciwanên Kurd ber bi mirinê pal dide.
PKKe weke karê xwe yê hertim, bi rêzkirina peyvan dixwaze xwe weke serketî nîşan bide, lêbelê ya ku bi zelalî tê dîtin û bihîstin eve ku PKKe binketiye û roj naçe hin ciwanên Kurd bi kuştin nede û hin navçeyên din jî bi dest artêşa Tirkiyê ve bernede.
PKKe ji boy parastina xwe, xwe ji t bê exlaqiyekê nade paş, bi awayekî ewqas bê exlaq nûçeyan servîs dike ku kîn û nefretê di nêvbera Kurdan de parve dike, PKKe di vê nûçeya xwe de wisa dinivîsîne, “heyetên ku xwestine werin herêmê û derbarê bikaranîna çekên qedexe lêkolînê bikin, ji aliyê hêzên PDKê yên li herêmê serwerin hatine astenigkirin, heyetek hatiye heta navçeya Amêdiyê ku 5 kîlometroyan dûrî navçeya ku ev çek hatbûn bikaranîn, lê destûr nehatiye dayîn ku heyet lêkolînê bike”.
Lê li gorî agahiyên taybet yên “Darka Mazî” ku ji gel û çavkaniyên ewlehiyê yên li Amêdiyê wergirtine, îdîaya PKKê derewek mezine û bi t awa tu heyetek ji boy lêkolînkirina bikaranîna çekên qedexekirî derbasî Amêdiyê nebûne û ti hêzekê jî rêgirî li wan nekiriye.
Gelê Amêdiyê ji xebatkarên “Darka Mazî” re gotin, li şûna parvekirina derewan û reşkirina PDKê, bila PKKe şerê xwe yê sexte ji me dûr bike û bihêle zarokên me di aramiyê de jiyan bikin, bila PKKe zêdetir Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk neke, sedema mirina van ciwanên Kurd çi be bila bibe lê ev rastî nayê guherîn ku PKKe çêkiriya Tirkiyê ye ji boy bi kuştin dana ciwanên Kurd û dagîrkirina zêdetir ya Kurdistanê, wilatiyên Amêdiyê gotin, “gelo ger Tirkiye çekên kîmyewî bikartîne çima carekê yek ji rayedarên bilind yên PKKê ber bi wan çekan nakeve? Çima hertim ciwanên wilatparêz tên kuştin? Çima carekî Cemîl Bayik, Besê Hozat yan Murad Karayilan bi van çekan nayên kuştin”?.