Bûyera Behzad Dursun di dehemîn salvegera kuştina wî de

Bûyera Behzad Dursun di dehemîn salvegera kuştina wî de

Di 24 ê Cotmeha 2012 an de li nêzî bajarê Dêrikê yê Rojava 2 kes bi astengkirina wesayîtên wan hatin revandin. Yek ji kesên hatin revandin jî endamê Polîtburoya PDK-S ê Behzad Dursun yek ji kesayetên girîng ên Rojava bû. Dursun dema hat revandin, Nûnerê Dêrikê yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû. Li kêleka wî pasewanê wî Nîdal Selîm hebû.

Her sal gelê Dêrikê ji bo Behzad Dursun daxuyaniyekê belav dikin û têde tê xwestin ku çarenivîsa wî were zanîn. Lêbelê, çarenivîsa wî diyar e.

Kê Behzad Dursun revand?

Behzat Dursun ji aliyê komeke ser bi PKK ê ve hat revandin. Ev grûp ji endamên hêzên taybet ên Bakurê Kurdistanê pêkhateya leşkerî ya PKK ê pêk dihat, lê karê ciwanan dikir. Ev kom rasterast girêdayî Şahîn Kobanî Mazlûm Ebdî bûn. Şahîn komek ciwanên Rojava yên ku bi xwe jî nêzî wî bûn li vê komê zêde kir. Her wiha ev kom li ser navê HPG’ê bi Bahoz Erdal re jî girêdayî bû.

Vê komê gelek meh berê Behzat Dursun dişopand. Behzad li Dêrikê xwedî bandor bû. Dêrik jî yek ji wan herêman bû ku PDK-S lê xort bû. Nêzîkî ji sedî 80 ê gundên Dêrikê dilsozên partiyên xwecihî bûn. Bi taybetî jî Behzat Dursun ku di vî warî de berpirsyar bû, hem ji aliyê aborî, aliyê civakî ev girse bi rêxistin kir. Li dora wî ciwan kom dibûn.

Behzat Dursun ji bo biçe Başûrê Kurdistanê bi wesayîta Toyota ku pasawanê wî li kêleka wî bû ji herêma Koçerata derbas dibû. Di navbera gundên Şekirxaç û Teqilbiqilê de wesayîta du kîlometre dûrî sînor hat rawestandin. Yên ku wesayîta Behzad Dursun rawestandî yekîneya taybet a PKK ê bûn. Cil û bergên sivîlan li xwe kiribûn û mîna ku alîkariyê bixwazin rawestiybûn. Dûv re mirovên din ên ku li dora rê xwe veşartî ji nişka ve derketin ser rê. Tîma PKK ê ya ji 4 kesan pêk dihat ji Behzad xwest ku ji wesayîtê dakeve. Behzat qet bawer nedikir ku tiştek xirab bibe. Mîna sohbeteke normal nêz bû. Ji wî hat xwestin ku derbasî kêleka rê bibe. Dema Behzat got mafê we nîne, komê gule li wî û pasawanê wî reşandin û her du jî gulebaran kirin. Cenaze yekser li qiraxa ava Dîcleyê ku Rojava jê re digotin Ava Mezin, hatin definkirin.

Ew devereke berfireh e û bi dehan gundên Koçer ên girêdayî Herêma Koçerat e û boriya petrolê di gelek gundan re derbas dibe. PKK bi salan e di vê heremêde xwedî bandor e. Esad di sala 1991 ê de destûr dabû PKK ê ku sînor bi kar bîne û leşkerên Surîye ji sînor vekişandibû. Her hefte hêzên PKK ê ji vir bi rêk û beleman derbasî devera Çiyaye Spî, Başûrê Kurdistanê dibûn. Dema ku Behzat Dursun hatî teror kirin, hêzên PKK ê li herêmê binkeyên kontrolê danî bûn.

Telîmata kuştinê Mezlûm Ebdî da bû

Behzat Dursun rasterast ji aliyê ekîba ku Mezlûm Ebdî talîmat dabû ve hat kuştin. Agahiyên ku Dursun kesayetekî metirsîdar e û ji bo jinav birina PDK-S divê Dursun were tunekirin hatibûn dayîn. Ev nêrîn ji aliyê berpirsên wê demê yên TEV-DEM ê û taybet ji alîyê Aldar Xelîl ve hatibû dayîn.

Wê demê Şahîn Kobanî li Rojava xebatên veşartî dikir û di çapemeniyê de navê wî derneket bû. Ew rasterast li ser navê PKK ê dixebitî. Çeteyekî ciwanan pê ve girêdayî hebû. PKK ê siyasetek diyar kiribû ku ew nav û malbatên ku di nava gel de bibandor in, wê bene armanç kirin yan kuştin an jî li Rojava derxistin. Ger hewce bike dê şîdet were bikaranîn. PKK ê Cil û bergên leşkerên rejîmê li endamên xwe di kirin û dibirin ser mal ên ne PKK’eyî.  Bi vî rengî weke ku rejimê hêrîşî wan dike, tevdigerîyan. Zext li ser malên muxalîfan di meşandin, di qetilkirina Mijel Temo de jî heman rêbaz hat bikaranîn.

Mazlûm Ebdî ne mirovekî maqûl e, biryarderê hemû bûyerên tarîye

Niha jî Mazlûm Ebdî li ser PYD û partiyên din rola mirovekî maqûl yê lihevgir dilîze. Li aliyê din partiyên Rojava her tim bang li wî dikin. Lê berpirsyarê hemû kiryar nediyar, revandina kesên sîyasî, qetilkirin û şewitandina Mazlûm Abdî bi xwe ye.

Divê em êdî nebêjin Çarenivîsa Behzad Dursun ne diyar e. Çarenivîsa wî dîyar e. divê niha em vê pirsê bikin, bila kujer derkevin holê, cenazeyên qurbanîyan kîve ne?

Behzad Dursun kî ye?

Behzad Dursun di sala 1965 an de li gundê Kiderike yê ser bi Dêrika Hemko ve ji dayik bûye. Gelek endamên malbatê yên ku piştgirî dan şoreşa Başûrê Kurdistanê hebûn. Dursun jî dinava vî cewê sîyasî de mezin dibe, di sala 1980 de dibe endamê PDK-S. Ji serî ve dest bi xebatê kir. Li Zanîngeha Firatê, Fakulteya Perwerdehiyê qedandîye.

Di gulana 2007 an de di kongreya 10 emîn a KDP-S ê de ji bo Komîteya Navendî hate hilbijartin. Bi taybetî li Herêma Dêrikê navekî nasyar bû. bi jîrî ya xwe a rêxistinkirina ciwanan dihat naskirin. Dursun girîngî di da hêza pêşmerge ji bo parastin û berevaniyê gel û welat.

Pustên heman beş