Saziya Mafên Mirovan a Îranê: 253 xwepêşander hatine kuştin

Saziya Mafên Mirovan a Îranê: 253 xwepêşander hatine kuştin Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku di xwepêşandenên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hejmara xwepêşandêrên hatin kuştin bo 253 kesan zêde bû. Saziya Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêc e, di raportekê de ragihand ku di xwepêşandenên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 253 xwepêşander hatine kuştin. Di raporê de ku 28ê Cotmeha 2022yan hate belavkirin, ji 31 eyaletên Îran û Rojhilatê derbarê 21 eyaletan de amar hene û hat diyarkirin ku kuştî herî zêde li eyaleta Sîstan-Belucistanê ne ku lê piranî sunî dijîn. Li gor raporê li eyaleta Sîstan-Belucistanê 93, li Mazenderanê 30, li Tehranê 25, li Kurdistanê 23, Gilanê 19, Azerbeycana Rojava 18, Kirmanşanê 13, Elborzê 7, Xorasanê Rezewî 4, li Îsfehanê 3, Merkezî, Qezwîn, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Zencan û Azerbeycana Rojhilat, Erdebîl û Îlamê 2 kes, Buşehr, Xozistan, Hemedan û Sîmnanê jî her yek jê xwepêşanderek hatine kuştin. Hat gotin ku ji xwepêşandêrên ku canê xwe ji dest dane 34 ji wan zarok in ku ji 18 salî biçûktir in û 19 ji wan jin in. Saziya Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya di 12ê cotmehê de jî ragihandibû ku di xwepêşandanên piştî canjidestana keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirin de ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 201 xwepêşandêr hatine kuştin. Di nûçeya Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) de jî hat diyarkirin ku di xwepêşandanên de heta niha 36 kesên endamên ewlehiyê ne hatine kuştin. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ku di 13ê îlonê de li Tehranê piştî ku ji aliyên dewriyeyên polîsên exleqê ve hat desteserkirin kete komayê û rakirin nexweşxaneyê di 16ê îlonê de jiyana xwe ji dest da û canjidestana Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibû sedema xwepêşandanên dijî rêvebiriya Îranê. Herwiha tê îdiakirin ku di xwepêşandanên ji 10 hezarî zêdetir kes hatin desteserkirin.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku di xwepêşandenên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hejmara xwepêşandêrên hatin kuştin bo 253 kesan zêde bû.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêc e, di raportekê de ragihand ku di xwepêşandenên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 253 xwepêşander hatine kuştin.

Di raporê de ku 28ê Cotmeha 2022yan hate belavkirin, ji 31 eyaletên Îran û Rojhilatê derbarê 21 eyaletan de amar hene û hat diyarkirin ku kuştî herî zêde li eyaleta Sîstan-Belucistanê ne ku lê piranî sunî dijîn.

Li gor raporê li eyaleta Sîstan-Belucistanê 93, li Mazenderanê 30, li Tehranê 25, li Kurdistanê 23, Gilanê 19, Azerbeycana Rojava 18, Kirmanşanê 13, Elborzê 7, Xorasanê Rezewî 4, li Îsfehanê 3, Merkezî, Qezwîn, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Zencan û Azerbeycana Rojhilat, Erdebîl û Îlamê 2 kes, Buşehr, Xozistan, Hemedan û Sîmnanê jî her yek jê xwepêşanderek hatine kuştin.

Hat gotin ku ji xwepêşandêrên ku canê xwe ji dest dane  34 ji wan zarok in ku ji 18 salî biçûktir in û 19 ji wan jin in.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya di 12ê cotmehê de jî ragihandibû ku di xwepêşandanên piştî canjidestana keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirin de ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 201 xwepêşandêr hatine kuştin.

Di nûçeya Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) de  jî hat diyarkirin ku di xwepêşandanên de heta niha 36 kesên endamên ewlehiyê ne hatine kuştin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ku di 13ê îlonê de li Tehranê piştî ku ji aliyên dewriyeyên polîsên exleqê ve  hat desteserkirin kete komayê û rakirin nexweşxaneyê di 16ê îlonê de jiyana xwe ji dest da û canjidestana Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibû sedema xwepêşandanên dijî rêvebiriya Îranê.

Herwiha tê îdiakirin ku di xwepêşandanên ji 10 hezarî zêdetir kes hatin desteserkirin.

Pustên heman beş