Bêexlaqiya ESP ê û dijminatiya sondxwarî ya çepên tirk û kurdên kemalîst li hemberî Barzanî

Resenîya Barzanî û PDK ê hê jî xewa şavê li çepên Tirkan direvîne. Yalçîn Kuçuk kesayetê herî li pêş bû ku bi eşkere diyar kir ku resenîya Barzanî xeternake û bang li Kurdên dewleta Tirk kir ku bi hev re li dijî Barzanî şer bikin. Kerb û kîna li hember Barzanî li Yalçin Kuçuk bûye paranoya. Di bernameya TV ya bi navê roja 32 ku di sala 2009 ê de beşdar bi bû, de got, “Li dijî min kampanyayek heye, Barzanî vê kampanyayê dimeşîne” Lê bi îhtîmaleke mezin rêbaza siyasî ya Barzanî wê demê haya kesekî bi navê Yalçin Kuçuk nebû.

Xuyaye ku ev paranoya antî-Barzanîstî ya Yalçin Kuçuk êdî derbasî ESP ê bûye. ESP ê jî bi heman paranoya dinale û dibêje “Barzanî êrîşî me dike”

 Ajansa Nûçeyan a ESP ê ETHA yê duh nûçeyek balavkir û gotibû ku PDK ê êrîşî avahiya ESP ê kiriye. Li gorî vê nûçeyê kesek çûye ESP a Amedê û li ser derîyê ofîsê “Bijî Biratiya Kurda” nivîsandî ye. ESP dirûşma “Bijî Biratiya Kurdan” ji bo xwe weke êriş nirxwand. Ew rast dibêje. Biratî û yekîtiya kurdan dawiya hemû derdor û dûvelokên Kemalîsta ne.

Bi rastî heke em rastiyê vebêjin, qed bernakeve ku em li ser rêxistinokekî weke ESP pir piçûk biaxivîn. Ew ne hêjayî şîrovê ne. Lê wek dibêjin “pêşok piçûk e, lê te nexweş dike”. Sedema ku em bersiva vê çîrok û nûçeya bêexlaqî ya ESP ê didin, tenê eşkerekirina zîhniyeta li pişt vê rêxistinokê ye.

Dîroka nenas a ESP û damezrinêr û serokê wê Fîgen Yuksekdag

ESP partîyeke ku di sala 2010 de hatiye damezrandin. Di derbarê wê de tu belgeyek rast tune. Tiştê ku em dizanin ewe ku ew nasnameya xwe weke Marksîst-Lenînîst pênase dike. Partîyeke ku ji nişka ve xuliqî. Ger hûn kom bikin, yek dengê wan jî nîne. Lê hatiye û li ser serê kurdan cih bûye.

Helbet em dikarin bibêjin ku ESP çawa partîyeke nepenîye serokê wê Fîgen Yuksekdag kesek nepenî û tarî ye. Ti carî di sîyasetê de cî negirtîye. Ne navê wê ne jî dengê wê kesê ne bihîstî ye û ji nişka ve ji Îmraliyê (Evdila Ocelan) ji bo Hevserokatiya HDP ê hate erkdar kirin. Û danîn ser sere Kurdan. Ji bajarê Wanê bû parlementer di rêza yekem de. Tirkek tu carî neketiye nav têkoşîna kurdan, tu wesfê wê tune ye, peyvek kurdî nizane, lê hat û bû parlamenter li bajarê herî mezin ê Kurdistanê. Bi peraşota Îmraliyê hate ser kursîkê sîyasetê. Bi hatina xwe dest bi bêrêzîkirna li nirxên Kurdan kir.

Serok Barzanî roja 10.12.2015 li Enqerê li gel şanda HDP ê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku şerê Xendekan zirarê dide kurdan. Fîgen Yuksekdag ji Serok Barzanî re got, “Tenê ev karên me yên navxweyî ne. Pirsgirêka gel bi dewletê re nîne, pirsgirêk AKP û Qesr e, heta AKP îstifa bike em ê li kolanan berxwedana xwe bidomînin. Ev pirsgirêk meseleyeke navxweyî ya gelê Tirkiyeyê ye, em destwerdana we ya ji derve qebûl nakin.”

Tişta esasî ya ku di bin vê bersiva bêexlaqî ya Fîgen Yuksekdag de heyî ev bû, “quretiya neteweya serdest”. Îro gotina ESP ê ya “olîgarşiya Barzanî” berhemê heman deronîya serwerîya dagirkerîyê ye. Her du jî bi rastî ruhê dewleta serdest a Kemalîst a Tirk temsil dikin. Li dijî yek olîgarşiya kemalîst drûşma naqîrin. Dema ku PKK ê got ku 17 gerîlayan bi Kîmyabaranê jiyana xwe ji dest dane, endamên ESP ê li Îzmîrê bi dirûşma “Bimre PDK” dizirîn. Li ser dîwaran sloganên li dijî Barzanî di nivîsandin. Lê yên ku ciwanên Kurd qetil kirin dewleta Tirk a wan bi xwe bû. Kemalîzmê bi deh hezaran Kurd qetil kirin, lê rojekê jî çepên Tirkan ESP ê tu deran nenivîsand, “Bimre Kemalizm, bimre Tirkiyê”

Partîyên wekî ESP ê ji nişkave derdikevin ser dîka sîyasetê bê reng û bêdeng hemû jî nasnameyên tarî ne. Îro rêxistinokên weke ESP jî dixweazin eyarê bidin Kurdan. ESP bi rastî beşek ji MLKP-ê ye. Eşkere ye ku MLKP piştî salên 1980 î çawa ji aliyê dewletê ve hat bikaranîn. Yên ku hevalên xwe di girtîgehê de bi saxî dişewitandin ev rêxistine bû. Dewletê bi zanebûn çend ciwanên pak di civaka Tirkiyeyê kaşî nava vê rêxistinê kirin û ew ji nav birin. Bi taybetî jî Kurdên li Dersim û Meletiyê bi zanebûn tevî vê tevgerê kirin û Piştre hatin tasfiyekirin.

Erka dawî ya tevgera bi navê ESP jî zelal e. Dewleta Tirk Kemalîstên Îslamî ava kirin, Kemalîstên lîberal Kemalîstên çep ava kirin, dewleta Tirk jî demeke dirêj e ku dixwaze Kurdên Kemalîst biafirîne. Dewlet serê Evdila Ocelan ji bo afirandina Kurdên Kemalîst projeyek mezin hate çêkirin. Ev proje gav bi gav tê pêkanîn. Dema ku li qehwexaneyê lîstikan dilîzin, hinek temaşevan hene. Ji van re beleşçî tê gotin. Alîgir lîstikê dişêlin, ji lîstikvan bêtir diqîrin, lê taybetmendiyek wan heye, ew belaşçî ne. ESP û pêvekên wê di projeya afirandina kurdên kemalîst de xwedî roleke wiha ne. Ev ne lîstikvanên sereke ne. PKK û dewleta Tirk dilîzin, lê tenê Kurd dimirin. ESP jî di lîstika dewlet û PKK ê de bi kûlavê çep hatîye erkdarkirin tenê dirûşmên dijî Barzanî diqîre.

Her çend Evdila Ocelan Fîgen Yuksekdag kiribe seroka wê rêxistinê jî, lê belê Fîgen bi rastî pêşniyara hevbeş a dewletê û Ocelan e. ESP berdevkê Ocelan û Dewleta Tirk e di babetê dijberîy rêbaza Barzanî û herêma Kurdistanê de. Ev weke kurmê xwînmij dixwazin riha Kurdewarî di nava Kurdan de qutbikin. Lê dilnîya bin ku peraşota Îmrali li asîmanê başûrê Kurdistanê venabe.

Pustên heman beş