PKKê 4 ciwanên din yên Kurd bi mirinê xelat kirin

pkk-zarok-gerila-hpg-kurd-kurdistan-turkey-kck-npg-pjak

Partiya Karkerên Kurdistanê, nasnameya 4 ciwanên din yên Kurdan yêk jê zarok eşkere kir ku 3 mehan berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, roja yekşemî 6/11/2022 ê nasnameya 4 çekdarên xwe eşkere kir, ku li meha tebaxa îsal 2022 li deverên Zapê û Avaşîn yên li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 3 mehan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Ev çekdarên HPGê ji Şirnexê û Amedê yên Bakurê Kurdistanê, her wiha Reqqa û Hesekê yên Rojava welat in.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike yên ku li meh û salên derbasbûyî bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û paş derbasbûna salan ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwan mabin ku hêjan rêxistinê mirina wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş