Dogu Perînçek fikra xwe guhert: PKK dê were qedandin!

Dogu Perînçek-pkk

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ku 3 roj berê li Mêrdînê gotibû, “Tirkiye amade ye PKKê hembêz bike” îro jî got, “Teqez gav û pêvajoya çareseriyê dê nebe û PKK dê were qedandin.”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek 3 roj berê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî 1mîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bû. Perînçek li wê derê bang li PKKê kiribû û gotibû “Em ji vir bang li Qendîlê dikin, guleyan bernedin birayê xwe. Birayên min, çekên ku we ji Amerîka û Îsraîlê wergirtine, bavêjin erdê. Tirkiye amade ye we hembêz bike!”.

Perînçek îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: “Êdî însiyatîf û pêvajoya çareseriyê dê li Tirkiyê nebe. Ev bendewariya Amerîka û Îsraîlê ye”.

Perînçek bal kişand li ser pirgirêkên aborî û got: “Li herêma me ya Başûrê Rojhilat (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye) gelê me kargehan dixwaze, kar dixwaze, xizmetên giştî dixwazin, dixwazin teror bi dawî bibe, aştiyê dixwazin. Pirsgirêkên ku bên çareserkirin ev in”.

Perînçek îdia kir ku dê PKK bi dawî bibe û got, “Aştî dê were li her aliyê welatê me. Şoreşa Hilberînê dê di bin serokatiya Hikûmeta Neteweyî ya Hilberîneran de pêk were. Her kes dê bibe xwedî kar, bi taybetî jî ciwanên me yên başûrê rojhilat”.

Pustên heman beş