Eşkere bû kî çalakiyên li dijî PKKê li Silêmaniyê encam dide

Eşkere bû kî çalakiyên li dijî PKKê li Silêmaniyê encam dide

Di dema çend mehên borî de çendîn çalakî li dijî kadroyên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê weke kuştin û avêtina bombeyan bo nava malên wan de hatine encamdayîn, ev yek jî bû sedema nîqaşê di navbera gelê başûr de.

Rûpela Darka Mazî di vê raporta xwe de wê hewl bide perde li ser hin rastiyên di derbara van zincîre çalakiyên li dijî kadroyên PKKê de lade û rastiya van kiriyaran eşkere bike.

Li gor agahîyên taybet yên ku Darka Mazî li çavkaniyên xwe li Silêmaniyê bi dest xistine, di şeş mehên borî de, hejmarek karên îstixbaratî li dijî beşekî ji endam û kadroyên PKKê li Silêmaniyê hatine encamdayîn, ev endam û kadroyên PKKê berê bi biryara “Lahor Şêx Cengî” li Silêmaniyê hatine bi cîh kirin û cîhê manê ji boy wan hatiye dabînkirin, lê piştî lekolînkirina birêveberiya giştî ya asayîşa Silêmaniyê li ser vê mijarê û girtina hejmarek endamên PKKê, ev yek eşkere bû ku PKKe bi xwe beşek ji van karan encam dide.

Bo mînak:

1-            Li meha 4/2022an çendîn bombeyên destî hatine avêtin ji bo nava malekî li taxa “Îbrahîm Ehmed” ku cîhê razana hejmarek çekdarên PKKê bû, piştî lekolînê ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve hatiye kirin, her yek ji Şoxan Mihemed Hamid, Sako Simko Mihemed, Çîner Şêrko Ebdulrehman, Waîl Ebdulla Gilî, Elnid Teyîb Ehmed, Selman Dawood liyas û Mihemed Newroz endamên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve li Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin, û wusa hat îsbatkirin ku van kesane ev kar encam daye.

Her weha di lekolînên asayîşa Silêmaniyê de hatiye îsbat kirin ku van kesane tu pêwendî bi Mîta Tirkiyê ve tune, belku pêwendî bi saziya îstîxbarata PKKê li Qendîlê heye û ev kar ji boy Qendîlê encam daye. Li gor agahiyên piştrastkirî ev kesane tev bi biryara dadwer li meha 8/2022 bi kefalet hatine azadkirin.

2-            piştî teror kirina Nagihan Akarsel ku li 4/10/2022an li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê hatiye terorkirin, kesek bi navê “Karmend Kemal Nuredîn” ku endamê “Rêxistina Vejîna Ciwanan” ya ser bi PKKê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê hatiye girtin, piştî lekolînî eşkere bûye ti têkilîyên vî kesî bi mîta Tirkiyê re tune, belku ji îstixbarata PKKê ya li Qendîlê re kar kiriye û ev kare bi biryara Qendîlê encam daye, tevî ku karmend heya niha îtiraf bi terorkirina Nagihan Akserel nekiriye, lê belê, îtiraf kiriye ku alîkariya kujerê Nagihan ê kiriye.

Her weha li gor agahiyên taybet yên rûpela Darka Mazî, di mobayîla Karmend de hejmarek tomarên deng yên civînên nihênî yên PKKê li Silêmaniyê bi dest hêzên asayîşê ketine.

Ev yek di demekî de ye ku PKKe berdewam hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet PDKê bi kuştina endam û kadirên xwe û pêdana agahiyan bi dewleta tirkiyê tawanbar dike, lê belê li gor lekolîna birêveberiya giştî ya asayîşa Silêmaniyê û li gor belgeyên berdest PKKe bi xwe bi van karan radibe, armanca PKKê ya sereke ji van karan jî, tawanbarkirina hikûmet û partiyên siyasî yên Başûr bi alîkarîkirina Tirkiyê û tesfiyekirina hin ji endamên xwe ye, heya ku bi vê yekê provakasyonê encam bide û alozîyan li Başûrê Kurdistanê dirust bike.

Pustên heman beş