Erdogan: Kes nikare operasyona me asteng bike

Erdogan: Kes nikare operasyona me asteng bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, ew ê êrîşên xwe yên li ser pêgehên PKK û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bidomînin.

Erdogan di dema vekirina bendava Yusufelî de li bajarê Artvînê got, “piştî êrîşa ku 6 kesên bêguneh mirin, me bersiv da û li bakurê Iraqê û Sûriyeyê hedefên terorê serobino kirin, ji bo kesên bi lîstika herfan, bi guherandina navê rêxistina terorê, leşkerên xwe didin kêleka wan û bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê bidin sekinandin, rê nemaye.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: “Em nasname, cî û sicîla terorîstan dizanin. Em baş dizanin ku kî terorîstan diparêze, çek dide wan û piştevaniya wan dike. Li ciyên ku dijî sînor û welatiyên me êrîş didomin ti kes nikare rê li ber me bigire ku em xeta ewlehiyê bikişînin ciyê hewcedar. Îro çend roj e em bi balafir, top û firokeyên bêfirokevan li ser serê terorîstan digerin.”

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Pustên heman beş