Erdogan li ser Rojava daxuyanî da: Em dê êrîşa bejayî dest pê bikin

turkey-operation-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro derbarê operasyona nû ya wî welatî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, êrîş tenê bi êrîşên esmanî sînordar namînin û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî dest pê bikin.

Erdogan got “Operasyona ku me bi balafir, top û dronan dest pê kiriye, tenê destpêk e” ragihand, “Di demeke herî maqûl de em dê ji bejayê jî êrîşî terorîstan bikin”.

Erdogan diyar kir,“Hêzên ku soz dabûne me ku dê li Sûriyeyê û ji herêmên ku di bin kontrola wan de ye li dijî me gef çênebin li ser sozên xwe nesekinîn”.

Serokkomarê Tirkiyê herwiha got, “Derbarê sînorên Sûriyeyê de me li gorî peymanên xwe hereket kiriye. Kesên li hemberî me gava gorî peymanan hereket nekin heqê me çêbûye ku em li çarereya serê xwe binihêrin”.

Pustên heman beş