“448 xwepêşander li Îranê hatine kuştin”

“448 xwepêşander li Îranê hatine kuştin”

Navenda Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand, di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 448 xwepêşander hatine kuştin û nêzîkî 18 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Li gor Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdarê, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê birêve çûne û ji ber karvedana tun û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander hatine kuştin, ku ji wan 63 kes zarok in. Herwiha 18 hezar û 170 xwepêşander jî hatine destesekirin.

HRANA eşkere kiriye, di nava vê demê de li 143 zanîngehan kombûn û xwepêşandan hatine kirin û 565 xwendekar jî hatine desteserkirin.

Nasnameyên sê hezar û 234 xwepêşanderên desteserkirî ji çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) re eşkere bûne, di nav wan kesan de 110 zarokên li jêr 18 salî hene, ku ji wan 74 kur û 36 keç in.

Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî roja 24ê Mijdarê, li ser mijara binkêkirina mafên mirovan li Îranê civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ku lijneyeke lêkolînê ya navdewletî ji bo lêkolîna tepeserkirina xwepêşandanên Îranê, were pêkanîn.

Pustên heman beş