NY: Rewşa Rojhilata Kurdistanê metirsîdare

NY: Rewşa Rojhilata Kurdistanê metirsîdare

Komîserê bilindê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî ragihand, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li Îranê metirsîdare û rayedarên Îranê raporên bêbingeh derbarê wan navçeyan pêşkêş kirine.

Volker Turk Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî derbarê xwepêşandanên Îranê yên ku bi sedema mirina Jîna Emînî li wî welatî destpêkirine got, “Ji destpêka xwepêşandanên Îranê yên li ser mirina Zîna Emînî ve, 14 hezar kes hatine girtin, tevî bi sedan kesên din ku 40 zarok û 20 jin di nav de ne, hatine kuştin”.

Volker dilgiraniya xwe ya kûr ji zêdebûna berçav a bidarvekirinan li Îranê dûpat kir û tekez kir ku qeyraneke berfireh a mafên mirovan li Îranê de heye.

Her wiha diyar kirk u rewşa navçeyên Kurdistanî metirsîdare ji ber ku rayedarên Îranê raporên bêbingeh derbarê xwepêşandanên wan deveran pêşkêş kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herana ragihand, ji aliyê din ve hejmara kuştiyên xwepêşandanan li Îranê gihîştiye 448 kesan, ji wan 63 zarok in û zêdetirî 18 hezar kesên din jî hatine girtin.

Pustên heman beş