Darka Mazî hewleke qirêj a Istixbarata PYDê eşkere dike

pyd-pkk-roj-rojavainfo

Her ji roja damezrandina Leşkerê Roj ku ji gelê Rojava Kurdistanê pêk tê û heya roja me ya îro, PKKê bi awayên cuda gef li vî leşkerî xwarine, carna bi rîya gef xwarinên rasterast li van ciwanan, carna jî bi rîya gefan li malbatên wan yên li Rojavayê Kurdistanê ku ger ewladên wan dev ji Pêşmergatiyê ber nedin, ew ê wan ji Rojava derxînin.

Gefên PKKê di demekî dirêj de bandor li hin ji van Pêşmergeyan û malbatên wan kir, hejmarek ji endamên Leşkerê Roj yên Rojavayê Kurdistanê ji boy parastina malbatên xwe ji destên qirêj yên “Istixbarata PYDê” û gefên berdewam yên PKKê neçar man dev ji karê xwe yê Pêşmergatiyê berdin û derbasî Rojava bibin.

Piştî dest ji karberdana hin ciwanên Rojava di nava refên leşkerê Roj de, “Istixbarata PYDê” li Rojavayê Kurdistanê dixwaze van ciwanan îstîsmar bike û di berjewendîya PKKê de ji boy sîxorîkirina li ser vî leşkerî wan erikdar bike.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, Istixbarata PYDê hin ji endamên ji leşkerê Roj veqetyayî di nava refên YPGê de damezrandine û erka  çêkirna çavkaniyên îstîxbaratî di nava Leşkerê Roj de bi wan dayî ye.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, yek ji kadiroyên YPGê yê bi navê Heval “Egîd” ku di Istixbarata PYDê ya li “Meydana Istîxbaratê” ya bajarokê Rimêlanê yê ser bi Dêrikê ve serperiştîya doseya ENKSê û Leşkerê Roj dike, Egîd têkilyên herî xurt bi “Eqîd Riyaz” re ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û pêş niha di nava refên Leşkerê Roj de efser bû hene, Eqîd Riyaz niha weke berpirsekî leşkirî di nava refên YPGê de erk heye.

Li gor agahiyên me, Egîd bi alîkarîya Eqîd Riyaz pêwendiyê bi wan Pêşmerge û efserên leşkirê Roj dike yên ku bi sedema gefên berdewam yên PKKê û PYDê dest ji Leşkerê Roj berdane û derbasî Rojava Kurdistanê bûne, ji boy ku bikarin bi vê yekê agahiyên derbara Leşkerê Roj ji van kesan dest bixin, her wiha bikarin hin çavkaniyên bi destixistina agahîyan di nava Leşkirê Roj de dirust bikin.

Çavkaniyên me her wiha eşkere kirin, Heval Egîd li meha tebaxa îsal 2022 ê, di civînekî de li bajarê Hesekê ku her yek ji:

Eqîd ryaz

Ehmed yûsif Cemîl Ehmed ku ji dayîk bûyê sala 1980an e û şêniyê gundê Xecokê yê ser bi bajarê Qamişlo ye û pêş niha di nava leşkerê Roj de pileya mîlazim hebûye

 Salar mihemed Xeyr ku pêş niha di Leşkerê Roj de bû.

 Elî Genco şêniyê gundê Sihil yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ku pêş niha ew jî di nava Leşkirê Roj de bû.

Bas li çawaniya sûd wergirtinê û çêkirna çavkanyên sîxoriyê di nava Leşkerê Roj de bo wan endamên berê yên leşkerê Roj dikir yên ku bi sedema gefên PKKê-PYDê ji leşkerê Roj vedqetin û derbasî Rojava dibin.

Di vê civînê de Heval Egîd daxwaz ji her yek ji Eqîd Riyaz, salar û Elî Genco kirî ye agahiyan derbara Pêşmerge û efserên di nava refên Leşkerê Roj de yên ji Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi dest bixin, bi taybetî Pêşmerge û Efserên ji Rojava Kurdistanê û bizanbin malbatên wan li Rojava hene yan ne, ji bo ku bikarin bi vê yekê gefan li wan bikin û wan weke çavkanî ji boy bi dest xistina agahîyan derbara Leşkerê Roj ji boy îstixbarata PYDê bi kar bînin.

Pustên heman beş