Daxwaza PKKê ji aliyê Dadgeha Yekîtiya Ewropayê ve hat redkirin

coure de justice des communautés europeennes-pkk-

Dadgeha Yekîtiya Ewropayê li Luksemburgê îro biryara xwe ya li ser daxwazeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) aşkere kir û daxwaza PKKê red kir.

PKKê daxwaz kiribû ku navê wê ji lîsteya terorê bê derxistin, lê Dadgeha Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya îro de ew daxwaza PKKê red kir.

Derbarê PKKê de bi giştî 3 doz li ber Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê hene.

Dadgehê di navbera salên 2014-2017an de lîste betal kir û Konseya Ewropayê jî li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da. Di navbera salên 2018 û 2020an de PKKê jî li dijî lîsteyan doz vekiribû û dadgehê herdu dosya kirin yek.

Danişîna ewil a dadgehê di 31ê Adarê de hat dîtin û civîna duyem a dadgehê di 22ê Hezîranê de hat lidarxistin.

Şeş mehan carekê lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê tê nûkirin û her car navê PKKê bi heman hincetên berê di lîsteyê de dimîne.

Doza ku îro hat dîtin û bi dawî bû, têkildarî lîsteyên 2021 û 2022an e. Di rûniştina îro de daxwaza derxistina PKKê ya ji lîsteyê hat redkirin.

Konseya Ewropayê di sala 2002an de PKK xistibû lîsteya “rêxistinên terorê”.

Pustên heman beş