Çima MÎT dixwaze “Ocalanekî biçûk” ji Demîrtaş çêbike?

Li ser têkiliyên nihênî yên di nêvbera PKKê û MÎTa Tirk de gelek tişt tên bas kirin, lê hertim PKKe van tişta înkar dike û kesên van tişta bas dikin bi sîxorî û xiyanetê tên tawanbarkirin.

Tu caran PKKe rê nade bi awayekî vekirî bas li Têkiliyên MÎTê bi PKKê re bên kirin, PKKe her tiştî înkar dike, lê belê dema mirov li dîrokê û pêşhatan dinêre her tişt eşkere dibe, PKKê bi awayekî sîstematîk li ser mejiyê Kurdên Bakur bi giştî û alîgirên xwe bi taybetî kar kirî ye, bi dezenfermasyon û nûçeyên bê bingeh mejiyê wan şoştîye, bi awayekî ku piranîya wan niha bi tenê wê tiştê dibînin û bawer dikin yên PKKe ji wan re berçav dike û bas dike.

PKKê alîgrên xwe bi awayekî xapandine ku bawer bi wan vîdyoyan jî nakin yên li ser Ocalan di girtîgehên Tirkiyê de bi nihênî hatine kişandin, ew bi awayekî hatine xapandin ku dibêjin ev vîdyo montajin, Ocalan bi vî awayî napeyve, MÎTê ev vîdyo saxte û montaj kirine.

Niha di rojeva Tirkiyê de bas li vê yekê tê kirin ku serokê MÎTê Hakan Fîdan daxwaz ji Salaheddin Demîrtaş kirî ye ciyê Evdilla Ocalan bigre, ev gotin Demîrtaş bi xwe gotîye, tevî ku pêş niha gelk tişt dihatin gotin û PKKê înkar dikir, lê ev car rewş cudaye ji ber ku ji aliyê yek ji kadroyên PKKê bi xwe ve hatîye gotin, tişta balkêş jî eve gelo MÎT çima dixwaze Salaheddin ciyê Evdilla bigre?

Mirov di xwezaya xwe de wisaye ku naxwaze dijimnê wî hebe, ger hebe jî dixwaze her di zû de wî dijimnî ji nav bibe, ger ev dijimnatî di aliyekî giştî û netewayetî de be jî ji xwe rewş pir cudaye, her çi qas mirov dijimnê xwe zû bişkîne, ji nav bibe û li ser erdê nehêle, wê zûtir bighîje armanca xwe, ger berevajî vê yekê rû bide wê demê her kes wê bizanbe ti dijimnatiyek li holê tune, ya heyî hevahengî ye û ne tu tiştekî din.

Di dadgeha cezayên giran ya Enqerê de Doza Kobanê berdewam dike, hevserokê berê yê HDPê Salaheddin Demîrtaş jî di vê doze de tê darzandin, rûniştina dadgehê dîsa roja 1ê kanûna 2022yê destpêkir û du rojan berdewam bû.

Hinek belgeyên vê dozê ku pir balkêş bûn ji aliyê HDPê ve hatine belav kirin, HDPê ragihand: Demîrtaş di rûniştinê de amaje bi wê yekê daye di dema Pêvajoya Aşitiyê de dema şande diçûn Îmraliyê, serokê MÎTê Hakan Fîdan xwestî ye li gel wî hevdîtinê bike lê wî qebûl nekirî ye, Demîrtaş dibêje bi zanebûn dixwazin di navbera wî û rêberê PKKê Ebdulla Ocalan de rojeveke vala ava bikin û ew di vê zanebûnê de ne.

Demrtaş dibêje: “Bila kes ji me hêvî neke ku em gavê paşde bavêjin û xwe radestî wan bikin, pêşinyar kirin ku min bêxin cihê Ocalan, xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêbikin, em emin û Ocalan jî Ocalane, hêz û rola Ocalan heye, bandorê li siyaseta Rojihlata Navîn dike, em jî wek nûnerên siyasî yên gel bo çareseriyê li parlamentoyê xwediyê rolekî ne”.

Bi van gotinên demîrtaş wisa dixuye Ocalan êdî mirî ye, yan jî ber bi mirinê diçe û dewleta kûr ya Tirkiyê jî dixwaze kesek din li ciyê wî deyne û bi rêya wî rêya xwe ya xapandina Kurdan bi destê Kurdan û bi serokek saxte di berjewendîya Tirkiyê de bidomîne, ger wisa nebe çima MÎT dixwaze kesek din li ciyê Ocalan bê danîn? Gelo çima dewlet dixwaze Ocalanekî din “Ocalanê biçûk” bi afrîne? Ma qey weke PKKe dibêje Ocalan ne dijimnê Tirkiyê ye? Li kîjan cî û warî we dîtî ye kesek bixwaze dijminekî ji boy xwe bi afrîne û xwedî bike? Na ji kesên bi vî awayî re nayê gotin dijmin, ji wan re tê gotin kirêgirtî, zilamê dewletê û xayînê netewa xwe.

Pustên heman beş