Heya yên Moxolan û serkeftina PKK’ê

Yek ji çîrokên herî xweş ên li ser serkeftinên sexte û derew ji aliyê Slavoj Zizek ve hatiye vegotin.

 Çîrok wiha ye:

“Li Rûsyaya di sedsala 15 an de ku ji aliyê Moxolan ve hatiye dagirkirin, cotkarek û jina xwe li ser rêyekî toz ber bi bajarekî ve dimeşin; Şervanekî moxolî li ser hespê xwe li kêleka wan radiweste û ji cotkar re dibêje ez dixwazim vê gavê tecawizê jina te bikim û dû re wiha li axavtina xwe zêde dike: “Lê ji ber ku erd pir toz e, divê hûn hêlikê min bigirin dema ku ez tecawizê jina te dikim da ku ew pîs nebin!”

Piştî ku moxolî tecawiz li jinikê kir, ji wir dûr ket, cotkar dest bi kenî û tîqetîqê kir. Jina wî matmayî ma û lê pirsî: ” gava din ez li ber çavên te hatim tecawiz kirin tu çawa dikarî bikenî û şa bibî?” mêrê wê bersivê dide û dibêje: “ez serkeftim! hêlikên moxolî di nava tozê de mabûn!”

Qêrînên serketinê yên PKK ê serketina mêr ê jinikê tîne bîra me. Di hefteya derbasbûyî de gelek caran nûçeyên ku medyaya PKK derketin ev bûn. “Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK ê ji ber destkeftinên wan Navenda Prastina Gel HSM  pîroz kir”, “Fermandariya HSM jî hêzên Metîna pîroz kirin” û hwd.

Yanî saziya di bin serokatiya Cemîl Bayik û Besê Hozat de hêzên leşkerî yên PKK ê bi pêşengiya Mirad Qarayilan pîroz kirin. Çima pîroz kirin? “Ji ber ku di du rojan de, di rojên dawî yên meha Mijdarê de li Metîna û Zapê derbên mezin li dijmin xist.” Çapemeniya PKK ê yek deng digot dijmin binkeft gerîla bi serkeft. Dema em li van nûçeyan dinêrin, keyfxweşîya cotkarê Rûs tê bîra me ku li ber çavên wî tecawiz li hevjîna wî hatiye kirin û kêfa wî ji tozbûna heyayê moxolî dihat.

Ew Serkeftina kulmek Apocîyan û holîganên wan dîtî û me nedîtî çî ye?

PKK ê çi serkeftin bi dest xistine?

PKK di şerê Bakur de winda kir. Li ti çiyayekî Bakurê Kurdistanê deh gerîlayên PKK têde nema ne. Ger 4 leşkerên dewleta Tirk destên xwe bihejinin ji Şirnexê biçin Cûdî, ji wir biçin Bestayê û ji wir jî biçin Gabar ê, hûn bawer dikin ku li wir tîmekî gerîla hebe? Na.

Gelo PKK dikare pêşî li dewleta Tirk bigire ku ew nekevin herêmên Gabar, Cûdî, Andûk û Mûnzûrê? Na.

Gelo Mirad Qarayilan dikare biçe wan çiyayên ku berê li wir bi sedan gerîlayan re civîn çêdikir û govend dardixist yanî dikare biçe Besta, Gabar û Heftanînê? Na.

PKK ji sala 1986 an ve li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ku ji Heftanîn heta Çiyayê Şekîf Xakurkê, bi cih bi bû. Gelo PKK hê jî dikare biçe wan çiya û newalan? Na.

Gelo PKK ê karî Heftanîn, Zagros, zinarên Kêste, Mam Reşo, Zap û Avaşîn biparêze? Na.

Gelo ma PKK ê karî nehêle dijmin bikeve axa Berwarî Bala, Rêkan Nêrweh, Nihêl, herêma Mizûriya Jorî û deverên SINDÎ yan ? Na.

Gelo ma PKK ê li bajarên Bakurê Kurdistanê pêşiya ciwanan girtin ku tûşî madeyên hûşber nebin? Na.

Asîmîlasyona li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê hatiye astengkirin? Na.

Bi rastî em dikarin di carekê de bi sedan pirsan bikin û bibînin ku PKK tiştek bi dest nexistiye.

Lê li gel van rastîya jî bi salan PKK bi kadro, rêxistin û medyaya xwe ve, bê navber dibêje em bi ser ketine.

PKK ê hefteya borî li Zapê ji ber mijê çalakiyek li dar xistibû û di wê çalakiyê de çend leşkerek kuştin. Ev deh roj in li ser wan leşkerên mirî pesnê serkeftinê di de. Behsa zafera gerîla dikin. Ew 40 sal bûn we li dola Zapê govend girêdan, akademî avadikrin, Komara Zap ê îlandikir, Hikûmeta Botan-Behdînan damezrand, meclîsa ava dikir û hwd lê niha we gelîyê Zapê û çîyayên doranên wê radestî dijminî kirin û we ew erdnîgarî wenda kir. Ger we hêlîna xwe ji dest da hûn bi dehan leşkerên dijmin bikujin jî destkef û serkeftin nayê hesap.

PKK ê bi rojan li ser cenazeyê leşkerekî propaganda dikir. Navê leşker ev e, bila malbata wî were, cenaze ji me bigire, em bi ser ketine. Ger PKK ne yek belku sed leşkeran jî bikuje ew bi qasî yêk lûtke û pesarên Kurê Jarî hêja nîne.

Dewleta Tirk bi sedan leşker û wesayîtên leşkerî ji Stenbol, Bolu û Qeyseriyê li ser Bakurê Kurdistanê Çelê, Şemzînan, Qûleban re derbasî Başûrê Kurdistanê dike. Ew deverên PKK ê weke “herêmên parastina Medya” îlan kirî ji bo dijmin bûye cihê seyran û talan ê. li Bakûr bi sedî km rê anîne nava axa Başûrê Kurdistanê. Ew rêk hemû jî di wan deverên ku PKK ê 40 salan desthilata xwe tê de îlan kirî re derbas dibin. Li lûtkeyên ku PKK ê weke sembola desthilata xwe destnîşan dikir îro ala dagirkeran hatîye çikilandin. Cihê biryara pêngava 15 Tebaxa 1984 hatî girtin ango gundê Bêmnaniş ya devera Nêrweyî yan, Biryargeha Dûran Qalkan ya 1995 li gundê Sêrî (tepê Cûdî), biryargeha Mirad Qerayilan ya 1996 ê ya gundê Zilyê nav nihêlîyan, Komara Zap ê ya li gundê Dêrginî, Biryargeha Bahoz Erdal ya li Gelî Kurtkê û Kavilka, fermangeha Hêzên taybet ya li gundê Sînya, cihê lojîstîk, perwerde û saziyên PKK ê gundê Çemcû û hwd hemû îro di deste dewleta dagirker a Tirk de ne. Dijmin rêkên xwe di nîveka biryargeha Mirad Qerayilan re derbasî Kûre Jarî kir hê jî Qerayilan bê ku fedî bike behsa serkeftinê dike. Hê PKK behsa çi “serkeftin”a dike. Ew wargehên ku PKK ê weke deverên rizgarkirî û têde modela desthilata xwe ava dikir îro artêşa tirk tê de holanê dilîze. Raste PKK wesîyeta serokê xwe Evdila Ocelan pêk tîne wî digot; “ger hûn mecalê xizmetkirinê bidin min hûnê bibînin ku ez li her çar kinarên Kurdistanê ala Tirkiyê biçikilînim” îro PKK jî bi vê wesîyetê radibe û deverên Çîyayî yên Başûrê Kurdistanê radestî dagirkerîya Tirk dike.

Dibe ku ciwanên 15-20 salî ji van serkeftinên we yên derew û sexte bawer dikin. Lê ev 40 salên dîroka PKK ê li pişt xwe hiştî dagirkerîya Tirk kûr kir, otoasîmîlasyon zêde kir, sembol û pîrozîyên gelê Kurd bê wate kir, Tirkbûn weke pêwîstîya demokratîkbûnê li ser gel farzkir û civaka Kurd a li Bakûr kirîye civake Nekrofîl (mirîhez) û hwd. Raste PKK bi van kiryarên nebaş serkeftî ye. Vêca hêvîyê ye ku em jî ji derew û sextekarîyên wan re çapkan xîn…

Destek PKK ê li Tehranê, destê din li Bexdayê, destek li Enqerê û destek jî li Şamê ye. Bi îstîxbarata hemû welatên dagirker û kolonyalîst re di nav têkilî û tifaqê de ye. PKK her cihê ketiye, kaos, xwîn, mirin, cudabûn û wêrankarî bi xwe re anî ye. Ger PKK liv an kiryarên pay xwe hiştî re bibêje “me serkeftin bi dest xist” rast e. Tenê serkeftinek PKK ê heye ew jî Kurdistan ji bo hebûn û yekparçebûna dewletên kolonyalîs kirîye qûrban.

Bi kurt û kurmancî; Rewşa cotkarê Rûs yê ku bi gemarbûna heyayê moxolî şa bûyî ji rewşa rêveberên PKK ê bi rûmettir e. Qe nebe tu hevkariyek veşartî bi tecawizkarî re nekirî ye.

Pustên heman beş