HRW: Êrîşên Tirkiyê krîza mirovî li bakurê Sûriyê girantir dike

human rights watch - syria

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) diyar dike, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, aloziya mirovî ya li herêmê heye, zêdetir kiriye.

Rêxistina Human Rights Watch duhî di raportekê de belav kir, êrîşên asmanî yên Tirkiyê ku di 20ê Mijdara 2022an de dest pê kiribûn, ziyan gihandine deverên niştecihbûnê û binesaziya krîtîk a bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê û aloziya mirovî ya heyî ya bandorê li ser Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên li herêmê dike, zêdetir kiriye.

HRW dibêje, êrîş bûne sedema koçberbûna malbatan, qutbûna elektrîkê, kêmbûna sotemeniyê, girtina dibistanan û rêxistinên alîkariyê neçar kirin ku bi awayekî demekî hin çalakiyan bidin sekinandin.

Cîgirê Rêvebera Rojhilata Navîn di HRW de Adam Coogle got: “Êrîşên Tirkiyê li ser deverên niştecihbûnê û jêrxaneya krîtîk li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê bêtir mafên bingehîn ên sivîlan dixe metirsiyê ku ji xwe Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê di krîz û aboriyeke têkçûyî de dimînin”.

Coogle got: “Tirkiye dikare bike ku kiryarên wê yên leşkerî krîzên mirovî û koçberiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê girantir neke”.

Coogle got: “Pêwîst e hevalbendên Tirkiyê yên navdewletî zextê li hikûmeta wê bikin, da ku piştrast bike ku operasyonên wê mafên bingehîn ên gelê Sûriyê binpê neke”.

Pustên heman beş