Niviskar Munzur Çem koça dawî kir

Niviskar Munzur Çem koça dawî kir

Niviskar, lêkolîner û berhevkarê kurd Munzur Çem îro roja yekşemê 11.12.2022an ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Ligor zanyariyan ji ber nexweşiya pênçeşêrê nivîskar Munzur Çem li bajarê Berlinê koça dawî kiriye.

Munzur Çem bi navê xwe yê din Huseyin Beysülen xelkê Dêrsîmê ye beşdarî di nava siyasetê dike û ligel hevrêyên xwe yên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dest bi belavkirina kovara Rêya Azadî/ Ozgurluk Yolu dike.  Ji ber rewşa siyasî û neçar dibe biçe derveyî welat.

Li derveyî welat jibo pêşketina edebiyat û zimanê kurdi û rohnîkirina dîroka gelê kurd kar û xebat kiriye. Bi taybetî jî derbarê zimanê kurdî; kurmancî û zazakî berhemên giranbiha nivîsîne. Bi hezaran maqale, hevpeyvîn û derbarê dîrok û folklorê de bi dehan pirtûk nivîsîne.

Pustên heman beş