Dadgehê cezayê zindanîkirinê û qedexeya siyasetê da Ekrem Îmamoglu

Dadgehê cezayê zindanîkirinê û qedexeya siyasetê da Ekrem Îmamoglu

Dadgehê derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, biryara 2 sal 7 meh û 15 roj cezayê zindanîkirinê û qedexeya siyasetê da.

Rûniştina doza li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta “sivikatî li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye” îro Çarşemê li 7emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Dadgeha Anadoluyê ya Stenbolê birêve çû.

Dadgeha Anadoluyê qedexeya siyasetê da Ekrem Îmamoglu û biryar da, 2 sal 7 meh û 15 roj were zindanîkirin.

Eger biryar li Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind bê misogerkirin, dê şaredariya Îmamoglu bê betalkirin û di hilbijartinê de nikaribe bibe namzed.

Di sala 2019an de di hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyê de Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu ji Ekrem Îmamoglu re gotibû “ehmeq”, li ser vê yekê Ekrem Îmamoglu jî bersiv dabû û jê re gotibû “Kesên ku di 31ê Adarê de hilbijartin betal kirin, ehmeq in”.

Piştî vê yekê, derbarê Ekrem Îmamoglu de bi tohmeta ku “sivikatî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye” doz hate vekirin, lê Îmamoglu wê demê eşkere kiribû ku wî ev peyv ji Suleyman Soylu re gotiye.

Pustên heman beş