ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve hevalekî me revand

ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve hevalekî me revand

ENKSê da xuyakirin ku, endamekî wan ji aliyê grûpeke çekdarên PYDê ve hatiye revandin û daxwaza berdana wî dike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve roja 12/12/2022an endamê Xwecihiya Tirbesipiyê ya ENKSê û Nûnerê Tevgera Ciwanên Kurd Ednan Îsmaîl Remo ji nava zeviya wî revand.”

Li gorî daxuyaniya ENKSê, wê grûpê bi ser mala Ednan Îsmaîl Remo de jî girt û pişkinîn kir û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

ENKS dibêje, ev şêwazên revandinê û kiryarên tirsandinê, berevajî prensîbên mafên mirovan e û şert û mercên jiyanê yên dijwar, aloztir dike.

ENKS revandina endamê Encûmena Xwecihî ya Tirbesipiyê şermezar dike û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wî, berdana wî, rawestandina van kiryaran û binpêkirinên li dijî endamên xwe û hemû welatiyan dike.

Ev ne cara yekem e ku endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayîş û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve tên revandin, pêştir gelek caran endam û alîgirê wê hatine revandin û ofîs û baroyên wê hatine şewitandin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, PYD bi siyaseta xwe, Rojavayê Kurdistanê ber bi metirsiyên mezin dibe û bûne sedema wêranî, koçberkirin, têkçûna rewşa ewlehî û aboriyê.

Pustên heman beş