HPG ê vegot ku fermandarekî wan yê 30 sal li çîya mayî jîyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya di çapemeniya PKKê de hat dayîn de hin mijarên bi gûman û balkêş hene.
HPGê duh daxuyaniyek da û ragihand ku fermandarê Gerîla yê bi navê Bîlal Qarakûş (Alî Haydar Dêrsim- Alî Haydar Şevaxî) jiyana xwe ji dest daye. Lêbelê di daxuyaniyê de wazîfe û sedemên jîyana xwe ji dest dana Qarakuş nehat eşkerekirin.
Qarakuş ê di sala 1993 an de tevlî Gerîla bû ji eşîra Şevaxî ya Dersimê ye. Hate diyar kirin ku Qarakuş ê ku bi salan li herêmên Dersim, Derya Reş û Erziromê fermandarîya hêzên Gerîla kiriye û di Konferansa HPG ê ya 2009 de bûye endamê meclîsa leşkeri. Bîlal Qarakuş (Elî Heyder Dersim) di sala 2015 an de weke fermandarê giştî yê hêzên HPG ê yên Kerkûk û Wargeha Mexmûrê tê naskirin.
Ji windahiyên li Dêrsimê aciz bi bû
Qarakuş bi salan di asta bilind di rêveberiya HPG ê ya bi navê “Konseya Fermandariyê” de cih girti bû. Lê di daxuyaniya HPG ê de erka Qarakuş nehate diyar kirin. Tenê weke fermandarê wêrek hate binav kirin. Di daxuyaniya HPG ê de îfadeyên ku propagandaya li ser Dêrsimê tê kirin hatin bikaranîn.
Çavkaniyên nêzî PKK ê yên ku DarkaMazî xwe gihandî yê, diyar dikin ku Elî Heyder di van demên dawî de bi PKK ê re pirsgirêk jîya ne. Hate diyarkirin ku HPG ê bi taybet li eyaleta Dersimê di asta fermandarî de li ser hev windayî dane. Fermandarên weke Mahîr Atakan li pey hev hatin tasfiyekirin û windahiyên mezin çêbûne. Bi taybetî navên weke Baran Dersim (Îsmaîl Aydemîr) û Yilmaz Dersim (Îsmaîl Sûrgeç) di operasyonên salên dawî de li pey hev jiyana xwe ji dest dan. Ango li Dersimê gerîla hat tasfiyekirin. Hate diyarkirin ku Qarakûş ji ber vê rewşa xerab ketiye nava deronîyekî aloz, xwe ji xebatên fermandarî vekişandî ye û rexne li PKK ê kirine.
Lê belê şikesta mezin ya Qarakuş ev bûye ku Alî Haydar Kaytan ango Fuad Dersîm bî deste PKKê hatîye kuştin. Ew ji yek bajêr bûn û heman dem Qarakuş gelek ji Alî Haydar Kaytan hez dikir. Ji ber vê yekê jî beranber PKKê şîkestekî mezîn jîya.
Tê gotin ku di salên dawî de hemû erkên fermandarî ji wî hatine girtin û cihê wî her tim hatiye guhertin. Lê belê di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de Cemîl Bayik gotiye, “Ji Dersimê gelek kadroyên me nemane, Alî Heyder jî di be ku veqete loma jî wî îdare bikin, nehêlin ku ji nava me bi reve.
Em we dibinin ku, Bilal Qarakûş di nava PKK ê de hatîye bêbandor kirin.
Gelo Qerakûş li Mûsilê jîyana xwe ji dest daye?
Çavkaniyên ku me dest xistî de, diyar dikin ku şêwazê kuştina Elî Heyder, ji Gerîla tê veşartin. Her wiha, çavkanî diyar dikin ku rêveberiya PKK ê jî di van demên dawî de ji ber windahîyên payabilind bêmanewîyatek mezin dijîn. Ji ber vê sedemê bi zelalî nayê zanîn ku Elî Heyder Dersim ka çawa jîyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya PKK ê de jî sedemê bûyera Elî Heyder nehatîye dîyarkirin.
Hin çavkaniyan diyar kirin ku dema Elî Heyder di 17 ê Tîrmeha 2022 an de li ser Kampa Mexmûrê ber bi Rojava diçû, wesayîta ku ew têde bû li nêzî Mûsilê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatî ye lêxistin. Lê belê me nikarî ev yek yekcarî zelal bikîn.
Pir balkêş e ku endamekî PKK ê yê ku 30 sal xizmet kirî sedtê veşartin û rastîyên vê bûyerê nayên aşkerekirin.