Demirtaş: Gelê Kurd şimaqa li Ferhat Encûyî hatiye dan ji bîr nake

Demirtaş: Gelê Kurd şimaqa li Ferhat Encûyî hatiye dan ji bîr nake

Polîsekî şimaq li Hevserokê Şaxa Stenbolê yê HDPê Ferhat Encu da. Kamêramanê ku dîmen dikişandin hat binçavkirin.

Xizmên girtiyên nexweş û ewên dema razana wan ya di zîndanê de hatiye betalkirin. li Stenbolê navçeya Kadîkoyê civiyan.

Di çalakiya Nobedariyê de, polîsekî şimaq li Hevserokê Şaxa Stenbolê û Parlamenterê Berê yê HDPê Ferhat Encu da. Her wiha Kamêramanê Kanala Artî TV Mehmet Zekî hat binçavkirin û peyamnêrê heman kanalê Umut Taşdag jî lêdan xwar.

Piştî vê bûyerê hevserokê berê yê HDPê yê zîndankirî Selahedîn Demîrtaş nerazîbûn li dijî lêdana Hevserokê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encûyî nîşan da û got, gelê Kurd wê şimaqê ji bîr nake.

Demîrtaşî di derheqê êrîşa li dijî Hevserokê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encûyî de bi riya Twittera xwe peyamek belav kir û got: “Gelê Kurd şimaqa ku li Ferhat Encûyî hatiye dan bi piştrastî ve ji bîr nake. We şimaq nedîtiye. Çavereya sindoqan bin, em ê nîşanî we bidin.”

Pustên heman beş