Hulusî Akar: Divê Amerîka pêwendiyên xwe bi YPGê re qut bike

Hulusî Akar: Divê Amerîka pêwendiyên xwe bi YPGê re qut bike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, divê Amerîka pêwendiyên xwe bi Hêzên Parastina Gel (YPG) re qut bike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro roja sêşemê ji ajanseke medyayî ya Îtalyayê re ragihand, Hêzên Parastina Gel (YPG) ewlehiya Tirkiyê dike armanc.

Hulusî Akar bang li Amerîka kir ku têkiliyên xwe yên bi YPGê re qut bike û bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike.

Tirkiye hewl dide operasyoneke leşkerî li Rojavayê Sûriyê bike, lê Amerîka bi tundî li dijî her operasyonekê ye.

Serokerkaniyê di daxuyaniyekê de îro roja yekşemê ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bang li Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir ku bi telefonê pêwendiyê pêk bînin.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan ji Pûtîn re gotiye, divê YPG heta 30 kîlometran ji sînorên Tirkiyê were derxistin.

Erdogan roja şemiyê 3ê Kanûna 2022ê ragihandibû ku dê li ser sînorê başûrê Tirkiyê xeteke ewlehiyê were kişandin.

Di berdewamiyê de Akar got ku artêş dê xeta ewlehiyê ya 30 kîlometran li ser sînorê başûrê Tirkiyê temam bike û dê paşve neçe.

Pustên heman beş