Macron êrîşa çekdarîya li dijî kurdên li Firansayê “Şermezarker” bi nav kir

Macron êrîşa çekdarîya li dijî kurdên li Firansayê"Şermezarker" bi nav kir

Piştî kuştina 3 welatiyên kurd li Parîsa paytexta Firansayê di encama êrîşeke çekdarî de, serokomarê Firansayê Emmanuel Macron ev kiryar “Şermezarker” bi nav kir.

Macron roja Înê 3ê Kanûna yekem li ser Twitterê wiha got: “Êrîşeke hovane Kurdên li Firansa li navenda Parîsê kire armanc. Dilê me ji qurbaniyan re, malbat û hezkiriyên wan û yên ku hewl day jiyana xwe biparêzin re ye.”

Di êrîşa çekdarîya li ser “navçeya 10″a Parîsê ku gelek welatiyên kurd lê amade ne, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî vê êrîşê gelek welatiyên kurd li Parîsê daketin kolanan û bi lidarxistina xwenîşandanên mezin bi polîsên vî welatî re şer kirin.

Li gor daxuyaniya dozgerya giştîya Parîsê, di encama vê êrîşa çekdarî de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de wezîrê navxwe yê Firanseyê Gerald Darmanin da zanîn ku, encamderê vê êrîşê welatiyekî Firansîye û mebesta vê êrîşê jî “Armanckirina biyaniyan” bûye.

Encamderê vê êrîşê ku navê wî “William M”ye, 69 salîye û şofêrê tirênê yê teqawîtbûyîye.

Bavê wîyê 90 salî duh ji medyaya firansî re gotibû kurê wî “dîn bûye”.

Li gor zanyariyan, encamderê vê êrişê 11 roj berê heta dadgehkirina wî bi awayekî demkî hat azadkirin. Ji ber ku di 8ê Kanûna sala borî de bi şûr êrişî kampeke penaberan kirbû.

Pustên heman beş