Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê civiyan

Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê civiyan

Wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyan û çareserkirina kêşeya Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, îro Çarşemê 28ê Berfanbara 2022yan, her yek ji wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyan û behsa çareserkirina kêşeya Sûriyê û aware û penaberan û rûbirûbûna terorê kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di civînê de tekezî li ser berdewambûna gotûbêjan ji bo seqamgîriya navçeyê hat kirin, bi taybetî jî li Sûriyê.

Her yek ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas, li ser parastina seqamgîriyê li Sûriyê û çareserkirina kêşeya awareyan û rûbirûbûna terorîstan, li hev kirin.

Beriya niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû ku Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan bi serdandeke fermî li Moskowê ne.

Pustên heman beş