Zubeyir Aydar kujerê Nagîhan Akarsel ji ku dizane?

NagehanAkarsel-aydar-info-pkk-kck-knk-

Rêveberê daîmî yê rêxistina ser bi PKKê ve KNKê ya li Ewropayê Zubeyîr Aydar, duh tevlî bernama televîzyona PKKê ya bi navê Sterk TV bû û li ser qetilkirina Nagîhan Akarsel (Zîlan) li taxê Bextiyarî yê Silêmaniyê, hindek agahî belavkirin.

Zubeyîr Aydar da zanîn ku qatil «Îsmaîl Peker» e ji dayik bûyê Enqerê taxê «Mamaqê» ye. Her wiha diyar kir ku di derbarê kujer de agahiyên zêdetir dest wî da hene. Aydar der barê îtirafên kujer de jî agahî da. Di encamê de wek her carê ku PKKe dike dîsa buxtan avêt Hewlêrê. got “Kujer da biçe Hewlêrê”.

Li gorî pêzanîn Zubeyir Aydar, wekî Midûrê Emniyeta Giştî ya Silêmaniyê tê dîtin. Di rastiyê de, weke ku wî cîh lêpirsîna kujer girtîye di axive. Em we dizanîn ku Zubeyir Aydar ne fermanberê Maseya Ewlekariya Giştî ya Silêmaniyê ye, loma jî pêdivî dike ku em vê daxuyaniyê de li hin tiştên din bigerin.

Bê guman Zubeyir Aydar ji nava suhbetên xwe yên bi dostên xwe YNKê der barê cînayetê de ew qas hûrgilî hîn nebû ye. Zubeyir Aydar ev agahî rasterast ji rêvebirên payebilind ên PKKê hîn bûye. Û wî bi serê xwe jî ev agahî belav nekir. Ji wî hat xwestin ku van tiştan bibêje. PKKê rasterast ev yek ji wî xwest. Ev tê wê wateyê ku PKKe li ser vê kuştinê dê dest bi kampanyakî nû ya qirêj bike.

Beriya niha di dosyayeke taybet de ku ji aliyê Darka Mazî ve hatibû weşandin, me zanyariyên taybet derbarê kuştina Nagîhan de eşkere kiribûn. Me di nivîsa xwe de jî got ku agahiyên ku ji niha û pê ve li ser vê kuştinê tên weşandin ne pêbawer in. Hûn dikarin ji lînka jêrîn bigihîjin gotara têkildarî vê bûyerê:

Gelo kuştina Nagehan Akarsel doza duyemîn a Omer Guney e?

Wextê daxuyanîya Zubeyir Aydar manîdar e. Piştî ku endamê Koordînasyona PKKê ya Ewropayê Ferman Garzan, girseya gel bi dijwarî û tundiyê tehrîk kir, ji bo nixumandina mijarê ev daxuyanî hat dayîn. Her wiha rasterast hedefgirtina Zubeyir Aydar a Hewlêrê jî bi vê ve girêdayî ye.

Dîsa hewl da ku berteka Kurdan bikişîne ser Hewlêrê û got, “Wî kujerî difikirî ku ger bireve Hewlêrê dê xilas bibe.” Hin organên medyayî yên ser bi YNKê ve li Silêmaniyê yekser ew nûçe wergerandin û belav kirin.

Dewleta Tirk ev cînayet bi awayekî sergirtî qebûlkir. Hat zanîn ku ew cînayet bi harîkarîya rêxistina PKKê ya Silêmaniyê ve hatiye kirin û beşek ji karmendên PKKê jî hatine girtin. Darka Mazî berê navê van kesan belav kiribû. Ji ber ku Zubeyir Aydar navê kujer eşkere kiriye, divê ew navên alîkariya ji nav PKKê dayî kujer jî vebêje û bi zelalî kîjan endaman PKKê alîkariya kujer kirine. Heta divê zubeyîr bibêje ku kujer li cem Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê di ma.

YNKe jî ji vê bûyerê divê dersan derbixe. YNKê derbarê lêpirsînê de PKKe agahdar kir. Gelo ma ew, we bêfehmin ku nizanibin dê rojekê li wan vegere. YNKe ji ber ku li dijî PDKê êrîşek PKKê heye dengê xwe dernaxe, lê gava wext hat PKKê wê li YNKê bi xwe jî bixe.

Daxuyaniya Zubeyir Aydar daxuyanîya rêveberîya PKKê ye. Ger PKKe li qatilekî bigere yan jî organîzatorên kujeran eşkere bike, divê pêşî ji xwe dest pê bike. Ji ber ku şûpên hemû kujeran derbasî nava PKKê dibin. Cînayetên ku PKKe di nava xwe de kiriye û hejmara kadroyên ku hatine qetilkirin digihêje hezaran. Heger Zubeyir Aydar lîsteya navên kadro-şervanên ku PKKê kuştî binivîse, dê ji Brukselê heta Qendîlê lîste dirêj bibe.

Di qetilkirina Nagîhan Akarsel de û di qetilkirina Zekî Çelebî de şopa kujer ji nava PKKê de derket. PKKr bi xwe qatil e. Lê bi rêya medyaya di xwaze şopên li nava xwe de paqij bike û bêbextiyê li hindek dewr û berên din bike.

Gava em ji PKKê re dibêjin te ev cînayet kiriye, dibêjin “wey, heqaretê li nirxên me yên şoreşgerî dikin”. Dema ku em PKKê rexne dikin ew rewşenbîrên şermok ji mer re dibêjin hûn zirarê didin yekitiya Kurdan, weke PKKê helwest nîşanî me diken. PKKe her roj heqaretê li nirxên Kurd û Kurdistanê dike hûn dizanin. Li hemû serhildan û serokên Kurdan re dike. Şêx Seîd wek ajanê Îngîlîza binav dike, Qazî Muhammed weke kesekî hejar û bê hêz xapandî bi nav dike. Pêşmergeyên Kurdistanê rexmê ku bi hezaren şehîd dane wek çete bi nav dike û her roj dijûna dike kevneşopîya rêbaza Barzanî û Herêma Kurdistanê. Ma ev ne nirxên pîroz yên netewa Kurdin, çima rewşenbîr dijî van reftarên PKKê nasekine.

Ma qey PKKe ji esmanan hatîye, pîrozî ya wê heye. Ev 40 sale zirarekî mezin daye gele Kurd. Li vir ve em bi awayekî vekirî dibêjin Zubeyir Aydar û tevgera ku ew temsîl dike: “Li Kurdistanê bi qasî we tu kesî kujerî nekiriye, mirov nekuştiye. Destê we di gelek cînayetên ku hûn şînê digirin de jî heye”.

Kujerê Nagîhan Akarsel qatilekî Kurd e. Ji bo pere jineke Kurd qetilkirî ye. Divê hesab ji wî bê pirsîn û hêza piştgirî dayî wî jî bên eşkerekirin. Lê mixabin PKKê ev bûyer jî ji bo xwe kir amûrekî ranta siyasî. PKKe difikire ku wê ji vê kuştinê çi sûd wergire. Ew jî bi vê helwesta xwe bi qasî kujer sûcdar e.

Zêde hewceyî gotinê nake, Zubeyîr Aydar li ser navê PKKê daxuyanî belav kir. Lê di rasîtîyê de kujer PKKe bi xwe ye.

Pustên heman beş