Gelo kuştina Nagehan Akarsel doza duyemîn a Omer Guney e?

Gelo kuştina Nagehan Akarsel doza duyemîn a Omer Guney e?

Kuştina endama PKK ê Nagehan Akarsel a ku di sibeha 4 ê Cotmehê de li taxê Bextiyarî a Silêmaniyê hat qetilkirin, roj bi roj zêdetir dibe cihê gumanê. Kuştina Akarsel ê qetilkirina Sakîne Cansiz a di 9 ê Çileya 2013 an de li Parîsê hat qetilkirin tîne bîra mirovan. Di wê kuştinê de destek di nav PKK ê de bi kujerê re hevkarî kiri bû.

Kuştina Nagehan Akarsel çawa pêş ket?

Akarsel ê ku di sala 1999 an de tevlî PKK ê bû û di sala 2001 an de jî ji ber xebatên PKK ê hat girtin, bi salan di çapemeniya PKK ê de xebitî. Hate diyarkirin ku dema li Tirkiyeyê doz li dijî wê hat vekirin, ewil berê xwe da Rojava û piştre derbasî Qendîlê bû. Piştî ku ji dewreya perwerdeyê ya PAJK ê derbas dibe, ji bo xebatên çapemenî û perwerdehiyê bike, dişînin bajarê Silêmaniyê. Tevî ku weke akademîsyenekî sivîl û rojnamevan tê nîşandan jî, kadroyekî PKK ê yê bi kod Zîlan e.

 Akarsel ê ku bi piranî di nava PKK ê de tevlî xebatên perwerdehî û ragahandinî di bû, piştî ku ji malê derket di nîvê rê hat qetilkirin. Hin şahidên nepenî yên bûyerê diyar dikin ku kujer çend taxan wêve Nagehan Akarsel dişopand. Tê îddîakirin ku hîn jî ji dûr ve silav dane hev.

Kujerê Akarsel hêj di ser bûyerê re 24 saet derbas nebû hat girtin. Hat diyarkirin ku qatil li Koye hatiye girtin. Lê nasnameya wî nehat eşkerekirin.

Dengê Amerîka dîmenên kujer pêşkêş kir û paşê nûçe jêbir

Di 10 ê cotmehê de di beşa Kurmancî ya Dengê Amerîka de nûçeyek derketibû û tê de agahî derbarê kujer de hatibûn dayîn. Di vê nûçeyê de wêneyên kujer balav kiri bû. Di nûçeya ku ji aliyê Dengê Amerîka ve hatiye belavkirin de ev agahî hatin dayîn: “Weke dengê Amerîka me lêkolîn li ser bûyerê kir û gelek hûrgilî dîtin. Me jî ji nêz ve dîmenê qatil kişand û bi rêya wergêrekî Tirkî em li gel wî axivîn û der barê bûyerê de me agahî girtin. Kujerî li gel wênegirên me diyar kir ku zêdetirî 3 meh berê bi fermî hatiye Silêmaniyê û li wir dijî. Her wiha got ku ew ji kuştina Nagîhan poşman e.”

Lêbelê, Dengê Amerîka çend demjimêran piştî çêkirina nûçeyê ew nûçe rakir. Li ser rakirina nûçeyê bandora kê hebû cihê nîqaşê ye. Her kes dibêje YNK di vî warî de bi bandor e. Tê îdiakirin ku YNK ê ji bo rakirina nûçeyê zext li Dengê Amerîka kiriye.

Lê çavkaniyên DarkaMazî amaje bi wê yekê dikin ku YNK û PKK ê bi hev re biryara rakirina nûçeyê dane. Ji ber ku kujer bi kesên di nava PKK ê de jî têkiliyên xwe yên nêz hebû ye.

Di nav kivanê de divê bê gotin ku di beşê zimanê kurdî ya Dengê Amerîka de gelek navên nêzîkî PKK ê hene. Ji bilî navên navdar ên wekî Mutlu Civirlioğlu ji Washingtonê, di Dengê Amerîka de gelek Rojavayî jî hene. Hemû jî bi giştî nêzî PKK ê ne û nûçeyên wan her tim bi awayekî nepenî bi siyaseta PKK ê re digûncin. Em dikarin bibêjin, giranîya PKK ê ji YNK ê zêdetir li ser Dengê Amerîka.

Ji ber awayê ragihandina nûçeyê PKK bêtir nîgeran bû. 3 mehan li Silêmaniyê mayîna kujerî, wê biba mijar duvçûnê ka li kîve ma ye.  Ji ber vê sedemê wêne yên  kujerî dane rojnamevanê nêzî xwe Fehîm Işik. Fehîm Işik dîmen li ser hesabê xwe yê youtub ê weşandin. Çapemeniya PKK ê li ser her mijarê nûçeyan radigihîne, lê belê bi awayekî fermî li ser vê mijarê kuştina Nagîhan çima nûçe yan belav nake?

Şopa kujerê Akarsel digehe nava PKK ê

Tevliheviya meselê ji vir dest pê dike. Zêdeyî 40 roj di ser girtina kujer re derbas bûye, çima derbarê kujer de ji raya navxûyî re agahî nehatine belavkirin?

Her weha, mijarek balkêş ev bû. Ji deqeya ewil a ku Nagehan Akarsel hat kuştin, PKK ê wek her carê hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK tawanbar kir. PKK ê vê carê ji bo ku kujer ne dîyare be qed negot “Bila kujer bê girtin û eşkerekirin.” PKK vê carê tenê nûçeyên ku nasnameya Akarsel warê jin de derdixe pêş. Çima, ji ber ku şopa kujer diçe heya nava PKK ê.

Ji ber ku hem kujerî û hem jî yên ku ji kujerî re bûn alîkar têkiliya bi PKK ê re hene.

Kujer xelkê Bakurê Kurdistanê ye û ji Tirkiyê hatiye. Hat ser kar û bi navê welatparêziyê bi hemû saziyên PKK ê yên Silêmaniyê re têkildar bû. Bi taybetî bi Komeleya Karkerên Mezopotamya ya PKK ê ya Silêmaniyê re têkildar bû û li restorantan bi xebatkarên PKK ê re di xwar û vedixwar. yek ji xebatkarên PKK ê heya bûyer qewimî jî harîkarî bi kujer re kirî ye.

Endamê Rêxistina Ciwanên PKK ê alîkariya kujerî kirî ye

Mijara ku kujer bi kê ve têkildare, ji aliyê rêveberiya asayîşa Silêmaniyê ve tê veşartin. PKK ê ji bo bûyer were veşartin bi taybetî daxwaz ji Îstîxbarata YNK ê kirî ye. Di encama lêkolîna ku me weke Dark Mazî kiriye de, em gihiştin nasnameya yek ji wan girtiyan. Li gorî vê yekê kesê ku alîkariya qatil dike endamê rêxistina ciwanan a PKK ê ye.

Endamê rêxistina Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya PKK ê “Karmend Kemal Nûredîn” ji ber kuştina Nagehan Akarsel hatîye binçavkirin. Di derbarê vî kesî de agahiyên balkêş hene. Ev kes red dike ku têkiliya wî bi îstixbarata Tirkiyê re hebe, lê dibêje ew bi rasterast beşdarî bûyera kuştina Nagehan Akarsel nebûye. Lê ev kes dibêje ku ew ji bo îstîxbarata siyasî ya PKK ê ya bi navê NLP (Navenda Lekolinin Politîk) dixebite. Di telefona Karmend Kemal de qeydên deng ên kombûnên saziyên PKK ê jî hene. Karmend Kemal ji bo tevlîbûna ciwanan û hin karen nepenî de dixebitî.

Agahiyên berdest piştrast dikin ku şopa kujerê Nagehan Akarsel digehe nava PKK ê.

Omer Guney jî bi xebatkarê PKK ê bû.

Kesê ku di sala 2013 an de li Parîsê Sakîne Cansiz û du hevalên wê qetil kir jî xebatkarê PKK yê pêbawer bû. Ji bo xwe bigihîne Sakîne Cansiz di saziyên girîng de cih girt. Di wê kuştinê de gelek rastî hatin nixumandin. Têkiliya Omer Guney bi jineke bi navê Kurdistan a ji nava PKK ê re hebû. Roja cînayetê endamên PKK ê çûn cihê bûyerê û cenaze her sê jinên Kurd dîtin,  çente û nasnameyên qûrbanîyan girtin û derketin. PKK ê ev hemû rastiyan veşart. Li ser vê bûyera diltazîn re jî, Ocalan ji Îmraliyê digot, “Hakan Beg ev cînayet nekiriye, ji bo têkbirina pêvajoya çareseriyê ev bûyer baskê Ewropayê kiriye.”

Di cînayeta Nagehan Akarselê de, kujer bi PKK ê re eleqedar e. Ji ber vê yekê PKK li hemberî bûyerê bêdengiya xwe diparêze. Li Silêmaniyê heta niha hinek navên nêzîkî PKK ê jîyana xwe ji dest dane. Her carê PKK ê hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK tometbar dikir. raya giştî şaş agahdar dikir. Lê belê di her cînayeteke ku tê kirin de têkiliyên wan di nava PKK ê re hebûn. PKK ê hewl da ku van bûyerên kuştina veguhere karê propagandayê. Li ser bûyerê dezenformasyon çêbike. Bi taybetî jî cînayeta Zekî Çelebî ku di 18 ê Gulana 2022an de hat kirin, teqez cînayet bi PKK ê re pêwandîdar bû.

PKK her di bûyerên berê de roj weşanê xwe de digot bila qatil bê girtin. Lê vê carê her çend kujer hatibe girtin jî PKK bûyerê ji çapemeniyê re eşkere nake. Wusa dixuye ku girtina qatil rê li ber propagandaya PKK ê girtiye û ji ber ku şopa kujer vedigere nava PKK ê xwe bêdeng dike.

Ma agahîyên ji niha pê ve werin belavkirin mirov dikare pêbawer be?

Bêguman YNK û PKK di mijarên wiha stratejîk de hevkarî kirine û dê hevkariyê jî bikin. Herwiha di navbera îstixbarata YNK ê Zanyarî û nûnerê Cemîl Bayik li Silêmaniyê de hevdîtin hatine kirin. Yanî li ser kujerî û bûyerê ev 40 roj in ji rayagiştî re agahî nayên belavkirin ev yek jî aşkere dike ku di navbera herdu aliyan de lihevkirinek heye. Ji ber vê yekê jî agahiyên ku piştî vê bên weşandin jî cihê gûmanê ne.

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî red nekir ku destê wan di bûyerê de heye û derbarê bûyerê de daxuyaniyek da. Ji ber gelek sedeman YNK newêre rûbirûyê Tirkiyê were. Li ser bûyerê nikare helwesteke dijî Tirkiye wergire. Pêwendîyên PKK ê û Mît a Tirkiyê li Silêmanîyê bandorek mezin li ser YNK ê çêdike. Di mijara PKK ê de sere benkî ji destê YNK derketî ye. PKK li ser vê helwestê li Silêmaniyê, tawîzan zêdetir ji YNK distîne. Vê carê jî wê hember vê bûyerê bêdeng bimîne û heta ku hewcedariya PKK ê pê çêdibe ev bûyer wê were cemidandin.

Ji sala 2014 an ve PKK ê bajarê Silêmanî li gorî berjewendîyên xwe veguherandiye sîstemeke mafyayê. Bi dehan xebatkar û saziyên PKK ê bê nasname û bê îzna asayîşê, li ser ewlehîya Silêmaniyê metirsiyek mezin çêdike. Bandoreke mezin a PKK ê li ser rewşa bêaramî ya Silêmaniyê heye.

Pustên heman beş