Daily Mail: Rejîma Îranê kontrola zanîngehan ji dest daye

Daily Mail: Rejîma Îranê kontrola zanîngehan ji dest daye

Rojnameya “Daily Mail”ya Birîtanî, belgeyên ku di navbera hêzên ewlekarîyên Komara Îslamîya Îranê de hatine pevguhertin bi dest xistine, ku nîşan didin rêberên Îranê di wê baweriyê de ne ku kontrola zanîngehan ji dest dane.

Di belgeyan de rêberên xwendekaran wekî “Îlhambexşên Xwepêşandanan” binav dikin. Di belgeyan de hûrgilyên çend rêberên xwendekaran hene, vê rojnameyê ji boy parastina wan nexwestiye nav werin eşkerekirin, lê dibêje ku belge nîşan didin “Berxwedana Xwendekaran” ji ya ku xuya dikir bêtir hatiye “Rêxistinkirin”.

Çalakiyên grûpên berxwedanêyên xwendekaran bi destpêkirina Şoreşa Îranê berî nêzîkî çar mehan di endazeyên biçûk de dest pê kirin, van grûpa yekemcar posterên rêberên rejîmê û fermandarên pasdaran di peritandin û siloganên li dijî hikûmetê li kolan dinvîsandin û diqîrandin.

Lêbelê, li gorî Daily Mail, çalakiyên van komên xwendekaran berfirehtir bûne û armancên mezintir hedef girtine, û çekên bi dest çêkirîyên wekî molotof an jî teqemeniyan ji bo zirar gihandin bi hêzên ewlehiyê bikar tînin.

Li gorî vê rojnameyê, xwendekar û zanîngeh, mîna şoreşa sala 1979an ku bû sedema rûxandina Mihemed Riza Şah û herfîna rejîma Pehlewî, îro jî yek ji faktorên pêşengên şoreşa nihaya Îranê ne.

Gelek xwendekar daxwaza cudabûna tama ol û dewletê dikin û daxwaz dikin ku melayên Şiye ku ji destpêka şoreşa berê ya Îranê ve li ser desthilatê ne, dest ji desthilatê berdin û vegerin ser karên xweyên olî.

Xwendekarên şoreşgerên Îranê ji rojnameya Daily Mail re ragihandine ku zanîngeh li hêla pêşya şoreşê ne û ew ti cure dîktatoriyê naxwazin, çi “Padîşah û çi Rêber” be. Her wiha destnîşan kirin ku ewê ji bo bidestxistina azadiya xwe di refên herî pêşên serhildanê de bimînin û çarenûsa xwe bi destên xwe binvîsin.

Li gorî wan: “Xameneyî Ne Serokê Meye. Rêberê rastîn ê Îranê Gelê Îranê ye û tenê daxwaza gelê Îranê hilweşandina komara Îslamîye.”

 

Pustên heman beş