Îro her sê qurbaniyên êrîşa Parîsê bi merasîmekê tên oxirkirin

Îro her sê qurbaniyên êrîşa Parîsê bi merasîmekê tên oxirkirin

 Îro her sê qurbaniyên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê bi merasîmeke girseyî tên oxirkirin.

Îro 3ê Çileya 2023an li demjimêr 12:00 dê her sê qurbaniyên Parîsê Evîn Goyî, Evdirehman Kizil, û Mîr Perwer bi merasîmeke girseyî werin oxirkirin.

Piştî merasîma li Parîsê, dê termên Emîne Kara bo Mexmûrê, termê Mîr Perwer bo Mûşê û termê Evdirehman Kizil jî bo Qersê were şandin.

Roja 23ê Berfenbara 2022an kesekî Fransî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.

Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne. Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams Mallet hatibû desteserkirin.

Piştî vê êrîşê, karvedanên mezin li Parîsê û Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.

Şaredariya Herêma 10. a Parîsê piştî êrîşa li dijî Kurdan, ala Kurdistanê li avahiya şaredariyê daliqand. Her wiha Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo jî roja 1ê Çile serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û piştevaniya xwe ji bo Kurdên li Parîs anî ziman.

Pustên heman beş