Cendirmeyan bi awayekî hovane bi dar û tivengan li welatîyan xist

candirme-syria-turkey-rojava (1)

Cendirmeyên Tirkiyê, bi awayekî hovane êrşî hejmareke welatiyên Sûryê kir, piştî ku ew derbasî sînorê Tirkiyê bûyn.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja sêşemî 10/1/2023ê belav kir ku cendirmeyan, bi tiveng û daran bi tundî li hejmareke welatiyên Sûrî xistin, piştî ku li şeva duşem ser-sêşemiyê bi rêyên “qaçax” li gundê Eraze yê ser bi bajarokê Ebûrasîn ve derbasî sînorê Tirkiyê bûyn.

Di sê rojên borî de tevgereka çalaka “qaçaxçîtiyê” li sînorên di navbera Sûryê û Tirkiyê de bi teybet deverên di bin kontrola HSDê de, çêbibû, welatî ji bo peydakirina jiyaneke baştir derbasî sînor dibin û hewl didin ji nava axa Tirkiyê xwe bighînin Ewropayê.

Li gor çalakvanên Rewangeha Sûrî, di sê rojên borî de zêdetirî 600 kesan derbasî sînorên Tirkiyê bûne, piranî jê ji Rojava Kurdistanê û deverên bin kontrola HSDê bûne.

Di 3ê çileyê de, Rewangeha Sûrî mirna welatiyekî Serêkaniyê belge kirbû ku ji hêla cendirmeyên Tirkiyê ve hatbû kuştin, piştî xwestî sînorî derbas bike.

Pustên heman beş