Berxwedana PKKê ya kuştina zarokên Kurdan dewam dike

Rêxistina PKKê nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku hêjan di destpêka gêncatîya xwe de ne û li dawîya sala rabûrî li Başûrê Kurdistanê li jêr navê berxwedanê berê wan daye mirinê.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, nasnameya 4 çekdarên din eşkere kir du ji wan nû temena zaroktiyê derbas kirine û li 22 mijdara sala rabûrî 2022 ê li Başûrê Kurdistanê di berxwedana xwe ya saxte de bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.
HPGê di pesnê van ciwanan de dîsa gotîye: “Ew milîtanên hêja yên Apo bûn û ew layîqî Apo derketin”!.
PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştire tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!.

Pustên heman beş