20 Serpêhatî ji têkiliyên cinsî di nêvbera berpirsên PKK’ê de

20 Serpêhatî ji têkiliyên cinsî di nêvbera berpirsên PKK’ê de

Di îdeolojî û felsefeya PKK’ê de zewac û malbat xeletiyeke mezine û nahêle di navbera şervanan de ti têkilya romantîk û zewacê hebe, dema ku têkeliyeke bi vî awa di nava PKK de eşkere dibe, vê yekê weke astenga sereke li pêşya bidestveanîna armanc û planên xwe dibîne, ku weke ew dibêje rizgarkirina Kurdistanêye, lê berevajî vê yekê ev karê wan li dijî pêşketina civaka kurdîye û armanca wan tunekirina çand û nirxên Kurdîye.

Di nav PKK’ê de hejmareke mezin ji şervanên PKK’ê rastî destdirêjiya seksî tên, lê nikarin behsa wê yekê bikin, ji ber ku tên girtin û cezakirin, her wiha gelek ji wan bi îradeya xwe bi şervanan re an jî berpirsên wan re têkiliyên veşartî hene, hejmarek şervanan jî têkiliyên evîndarî yên rastî di nêvbera wan de heye û bi hev re direvin û dûr ji PKK’ê jîyaneke asayî dest pê dikin.

Berpirsekî PKK’ê ku salên dirêj di nav refên PKK’ê de bû û dawî car li Rojava Kurdistanê bûye berpirsê asayîşê, bûye şahidê çend bûyerên bi vî awa ku di navbera berpirsên pilebilindên PKK’ê û şervanên wanên jin de qewimîn.

Ev berpirsê PKK’ê ku naxwaze navê wî were eşkere kirin, bi rêya îmaylê çendîn bûyerên girêdayî kiryarên seksî û evîndarî yên di nêvbera çekdar û kadroyên PKK’ê de rûday ji rûpela me re şandine, ew dibêje, dixwazim her kes rastiya PKK’ê bizanibe, her kes bizanibe PKK’e di medyayê de bi awayekî xwe nîşan dide, lê di cewher de tiştekî dine, PKK’e ji xeynî partîyeke dije Kurd û Kurdistan, partîyeke kirêgirtiya dewletên dagirkerên Kurdistanê ti tişteke din nîne, ev partî ji boy tevlîhevkirin, jinavbirin û tunekirina çand, dîrok û hebûna kurdan hatiye avakirin, divê her kes vê yekê bizanibe.

Ev berpirsê PKK’ê basî 20 bûyerên girêdayî têkiliyên seksî dike ku di nêvbera berpirsên PKK’ê û çekdar û gelê sivîl de rûdane, weke ev berpirsê PKK’ê bas dike, ew bi xwe şahidî hin ji van bûyera bûye û bi çavên xwe dîtiye, hin ji wan jî bi belgeyên bêy şik hatine piştrastkirin.

Serpêhatiya yekemîn:

Yek ji berpirsên asayîşa YPG’ê yê bi navê “Bijar Bafeyî” têkiliyên seksî bi xêzana kesekî bi navê “Merwan” ku ji şêniyên Dêrkê ye û tîcaretê dike û xwedî şîrketa xweye re hebûye, her wiha berpirsekî din ê asayîşê yê bi navê “Aslan Çelî” têkiliyên seksî bi yek ji keçên vî bazirganî re hebûye.

Li gor zanyariyan, bi rêya van du berpirsên asayîşê, vî bazirganî hejmarek perçeyên erd û pereyek zor wergirtine, bi vê sedemê jî li sala 2020an Merwan ji bal asayîşê ve bi sûça dizyê tê desteserkirin, ew tê dadgehkirin û bi 400 hezar dolar tê cezakirin.

Piştî vê bûyerê û eşkerebûna têkiliyên Merwan û malbata wî bi van du berpirsên asayîşê, têkiliyên seksî yên di nêvbera van du berpirsên asayîşê bi keç û jina wî re, Aslan Çelî bi navê wergirtina çareseriyên pizîşkî revîya û derbasî Silêmaniyê bû û têkiliyên xwe bi YOG’ê re qut kirin, lê belê ji bal rêxistinên nihênî yên PKK’ê li Silêmaniyê hat desteserkirin û careke din ji boy rojava kurdistanê hat vegerandin û hat zindan kirin.

Piştî ku Aslan tê azadkirin, li şûna wê yekê ku bi tundî were cezakirin, ji aliyê PKK’ê ve biryar tê dayîn li Qamişloyê di warê civakî de kar bike.

Her wisa Bijar Bafeyî jî ku yek ji berpirsên asayîşê bû, ji asayîşê hat dûrxistin û niha jî weke berpirsê hêza cewherî kar dike.

Her weha tê gotin ku Aslan Çelî di salên 2010an de li çiya têkiliyên seksî bi çekdareke jin a PKK’ê bi navê “Hezel” re hebûye. Hezel xûşka Îlham Ehmed a hevseroka MSD’ê ye.

Em ji şopînerên rûpela xwe daxwaza lêborînê dikin ji boy parvekirina van mijaran, lê belê, ji boy eşkerekirina rûyê rasteqîne yê PKK’ê em neçarin vê yekê bikin, çîrokên bi vî awa yên dûr ji çand û kiltûra kurdî di nava PKK’ê de pir zorin, emê di rojên bihêt de, hin mijarên din yên bi vî awa parve bikin.

Pustên heman beş