Darka Mazî têkiliyên seksî yên di nêvbera berpirseka PKK’ê û şofêrê wê de eşkere dike

Darka Mazî têkiliyên seksî yên di nêvbera berpirseka PKK’ê û şofêrê wê de eşkere dike

Di beşa borî ya nivîsa xwe de bi ser navê “20 Serpêhatî ji têkiliyên cinsî di nêvbera berpirsên PKK’ê de” me amaje bi têkiliyên seksî yên di nêvbera Bahoz Erdal û her du Bêrîtanan, her weha têkiliyên seksî yên di nêvbera du berpirsên asayîşê yên YPG’ê bi keç û jina bazirganekî bi navê Merwan re kir, helbet ev serpêhatî me ne ji xeyala xwe çêkirine, belku ji aliyê yek ji berpirsên PKK’ê yên li Rojava Kurdistanê ku ji PKK’ê veqetiyaye û bi rêya îmaylê ev zanyarî bi me gihandine me bas kirin.

Di vê beşa nivîsa xwe de jî, dîsa li gor wan zanyariyên gihaye me, emê bas li du serpêhatîyên din bikin, serpêhatiya yekem bas li têkiliyên seksî yên di nêvbera berpirsek jin a PKK’ê û kesekî sivîl û şofêrê wê de dike, her weha serpêhatiya duyemîn jî basî endameka Ciwanên Şoreşger dike ku têkiliyên seksî bi yek ji endamên îstixbarata PKK’ê re hebûne.

Serpêhatiya Sêyemîn:

Li gor zanyariyên gihay pêgeha Darka Mazî, berpirsa asayîşa Dêrkê ya bi navê “Canda Dêrk” têkiliyên seksî bi kesekî sivîl yê bi navê “Lawê Apê” re ku ji Dêrkê ye hebûne, ev têkilya di nêvbera van du kesan de demek dirêj dom dike, piştre xelk dizane, di nava koçe û kolanên Dêrkê de ev mijar tê nîqaş kirin, lê ji boy bêdeng kirina xelkê û parastina xwe ev berpirsa asayîşa Dêrkê xwe ji Lawê Apê dûr dike, û van axaftinan bi derew dide xuyakirin.

Piştî ku xelk vê mijarê ji bîr dike, dîsa Canda Dêrk vedigere ser heqîqeta xwe, lê ev care têkiliyên seksî bi kesek din re girê dide, ev kes jî şofêrê wê yê tayîbet e bi navê “Cedos” ku ev jî ji Dêrkê ye.

Canda Dêrk wusa fikir dike ku tu kes nikare bi vê têkilya wê bi şofêrê xwe re heyî bizanibe û dikare bi vê yekê hez û arezoyên xwe yên seksî têr bike, lê belê rastî ti caran veşartî namîne, demek dirêj derbas nebû ku xelkê bi vê têkilya seksî jî zanî.

Canda Dêrk di yek ji baregehên taybet bi jinan ve, di rewşeke romantîk de bi şofêrê xwe re ji aliyê çend kesan ve hat dîtin.

Serpêhatiya Çaremîn:

Yek ji endamên rêxistina ciwanên Şoreşger ya ser bi PKK’ê ve, ku karê wan yê sereke, xapandin û revandina zarokan û çekdarkirina wan di berjewenda PKK’ê de ye bi navê “Hêvîdar” têkiliyên seksî bi endamekî îstixbarata PKK’ê re hebûne.

Zanyariyên gihay rûpela Darka Mazî tekez dikin, Hêvîdar ku endamek çalak a rêxistina Ciwanên Şoreşger e, şêniya Dirbêsiyê ye û endamê îstixbarata PKK’ê jî ku têkiliyên seksî bi Hêvîdarê re heyî navê wî “Demhat” e û ji şêniyên Serêkaniyê ye.

Piştî eşkere bûna têkiliyên seksî di nêvbera van du kesan de, PKK’e demekî “Demhat” zindanî dike, piştre wî vedguhêze cihek din da ku ji Hêvîdarê dûr bike û bi vî awa rêgirîyê li têkiliyên wan yên seksî bike.

Pustên heman beş