Hêzeke polîs a 2500 kesî ji bo Şingalê tê ava kirin

Hêzeke polîs a 2500 kesî ji bo Şingalê tê ava kirin

Qaymeqamê Şingalê yê bi wekalet amaje bi wê yekê dike ku ji bo ava kirina hêzekî li Şingalê nivîsandina nav destpê kiriye û bendewarî heye ku ji Bexdayê ve jî pêngavên bi kiryarî birêve biçin.

Qaymeqamê Şingalê yê bi wekalet Nayif Seydo ragehand: ‘’Nav nivîsandin û amadekarî ji bo pêkanîna hêzeke 2500 kesî ya polîsê Şingalê destpê kiriye. Em li bendê ne ku hikûmeta Iraqê di çarçoveya rêkeftina Şingalê de, wê xalê cîhbicîh bike ku di çarçoveya budceya Iraqê pare ji bo wê bê cuda kirin û piştre jî dest bi rahênan û perwerdê bikin û piştre jî ew hêzên ku naha li Şingalê ne ji bo cîhên xwe bên vegerandin.’’

Herwaha got: ‘’Erkê wê hêzê parastina sînorê devera Şingalê ya ji aliyê xelkê wê navçeyê ve ye. Kontrola rewşa ewlehiya sînorê xwe dê bikin û cîhê wan hêzan dê bigrin ku heta naha li Şingalê hatine bicîh kirin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê heta naha milîsên Heşdî Şeibî bi hevpeymaniya li gel grubên ser bi PKKê ve, dest danîne ser Şingalê û ji ber wê jî zêdetir ji nîvê xelkê deverê hîn li Herêma Kurdistanê ne û di koçberiyê de jiyan dikin.

Rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmetaf Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmza kirin û di karnameya kabîneya serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ya ku Parlamentoya Iraqê de jî deng li ser hatiye dayîn de cîh girtiye.

Pustên heman beş