Rostem Gever û doxîna Nesrîna berpirsa îstixbarata PKK’ê

pkk-kck-hpg-nesrin-deniz-rostem-gever-sex-2023

Berevajî hemû daxuyanî û axaftinên PKK’e li ser jinê dike, jin di nava PKK’ê de weke amûr tê bikaranîn, zexta PKK’ê ya li ser jin û zelamên kadro li çiya îro li Rojava Kurdistanê bi zelalî xweya dike, bi awayekî ku kêm kadroyên PKK’ê hene îro li Rojava Kurdistanê rastî kiryarên seksî nehatibin û xelk bi têkiliyên wan yên seksî nezane.

Di çarçûveya wan 20 serpêhatîyên seksî yên di nêvbera çekdar û kadro û berpirsên PKK’ê li çiya û Rojavayê Kurdistanê de çêbûy û yek ji berpirsên ji PKK’ê veqetiyayî ji me re şandî, emê îro basî serpêhatiyek din bikin, serpêhatiya me ya îro ku dibe serpêhatiya pêncemîn, bas li têkiliyên seksî yên di nêvbera jinek endam di îstixbarata PKK’ê û du kesên din de dike.

Serpêhatiya pêncemîn bi vî awa ye:

Yek ji endamên îstixbarata giştî ya PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê bi navê “Nesrîn Denîz” bi kodnavê “Amara” têkiliyên seksî bi kesekî bi navê “Rostem Gever” re hebûn, piştî demek dirêj ev têkilya wan ya dûr ji çand û kiltûra kurdî eşkere dibe.

Bi eşkerebûna têkilya van du kesan, PKK’e herduyan ceza dike, PKK’e van du kadroyên xwe ji Rojava Kurdistanê der dike û wan dişîne Başûrê Kurdistanê, li wan navçeyên ku di bin desthilatdariya PKK’ê bi xwe de ne, Amara bo dema salekê li Mexmûrê dimîne, piştre PKK’e biryarê dide dîsa Amara vegere Rojava û Rostem Gever li başûr bimîne.

Ev cezayê PKK’ê dayî van du kadroyên xwe nebû sedem amara ji van karan dûr bikeve, piştî salekî û vegerîn bo Rojava Kurdistanê, ev endama îstixbarata PKK’ê têkiliyên seksî bi kesekî din re yê bi navê “Çekdar”, ku ev jî kadroyekî dinê PKK’ê ye dirust dike.

Dema PKK’e bi vê yekê dizane, dîsa biryar dide her du werin cezakirin, vê carê PKK’ê biryar stand Amara ji bo çiyayên Başûrê Kurdistanê were veguhastin, piştre Amara ji boy bajarê Silêmaniyê tê veguhastin û niha li wê derê dimîne, lê belê PKK’ê di derheq “Çekdar” de biryareke tundtir stand, ew bo dema salekî hat zindankirin, piştî ku tê azadkirin, çekdar derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û îtîfakirina xwe ji PKK’ê ragihand, niha ew li Herêma Kurdistanê ye û dixwaze koçî Ewropayê bike.

Pustên heman beş