PKK’ê nasnameyên 5 gerîlayên jin eşkere kir ku bi kuştin dane

PKK’ê nasnameyên 5 gerîlayên jin eşkere kir ku bi kuştin dane

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên jinên ku di 22-23yê Çileyê de li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Di operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zvistan-23” ku li 21ê Çileya 2023an li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê encamdayî de çendîn gerîlayên PKK’ê hatibûn kuştin.

Di vê operasyonê de ku du rojan berdewam kir, li herêma Mergumariyê fermandarê tîmeke cerdevanan bi navê Nîmet Encû ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatibû kuştin, her weha 5 gerîla jî ji aliyê leşkirê Tirkiyê ve hatibûn kuştin.

Îro roja yekşemî 5/2/2023an anku 13 rojan piştî operasyonê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayên di vê operasyonê de hatye kuştin eşkere kir.

Li gor ragihandina HPG’ê nasnameyên gerîlayên canê xwe ji dest dane wiha ne:

Evîn Encu bi nasnava Delîla Goyî ji Şirnexê

Raîfe Kutlak bi nasnava Rojbîn Dêrsim ji Colemêrgê

Hamdiye Tekbûdak bi nasnava Sila Faraşîn ji wanê

Zozan ocal bi nasnava nûda arîn ji Wanê

Leyla San bi nasnava Dîrok Serhed ji Sêrtê

Evîn Encuya gerîlaya PKK’ê biraziya cerdevan Nîmet Encû bû ku di heman pevçûnê de canê xwe ji dest dabû.

Hêjayî gotinê ye ku wezareta navxweya Tirkiyê pêş niha di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di şerê 22yê çileya 2023an de li herêma Bestayêya Şirnexê 5 gerîlayên PKK’ê hatine kuştin.

Pustên heman beş