Amarên nû yên qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin

Amarên nû yên qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin

Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, heta niha 3 hezar û 381 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane û 20 hezar û 426 kes jî birîndar in.

Li gorî zanyariyên AFADê, Li Mereş, Hatay, Osmaniye, Adiyaman, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Kilîs û Edeneyê ji ber erdhejê, 3 hezar û 381 kesan canê xwe ji dest dane, 20 hezar, 426 kes jî birîndar bûne û 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane.

Duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê erdhejek bi hêza 7,7 li gorî pîvera Richterê rû dabûn. Di piştre jî 183 erdhejên din çêbûn ku ya herî bihêz 6.6 bû. Her wiha Di demjimêr 13.24’an de erdhejek din bi hêza 7.6 ku navenda wê Elbîstanê bû rû da.

Li herêma erdhejê rewşa awarte hat ragihandin. Di çarçoveya Plana Rewşa Bilez û Karesatan ya Tirkiyê de jî hişdariya asta 4emîn hat dayîn.

Pustên heman beş