Ji bo mexdûrên erdhejê em alîkariyên xwe bidin kê, gelo Heyva sor a Kurdistan ê nav û nîşanek pêbawer e?

heyva-sor-pkk-bayik-kck-erdhej-info

Erdheja navenda wê Meraş Pazarcixê ya ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, Tirkiyeyê bandor kirî, hê jî weke kavileke zindî li pêşberî me ye. Tenê li Bakurê Kurdistanê deh parêzgeh tevî navçeyên xwe ji nîvîyê bêhtir wêran bûne.

Gele li wir niha hewcedarî gelek cûrên alîkariyê ne. Dewleta Tirk piraniya herêmên Kurdan mehkûmî mirinê kirî ye. Ev erdhej ne tenê felaketeke xwezayî bû, Her wiha sîstem, Kurdên va sed sala mehkûmî dewleta Tirkîya bûyî ji Kurdan re weke her car mirin û kavilbûn anî. herêmên Kurd têde dijîn re alîkarî û tîmên hawarhatinê nahên şandin.

Li ser vê erdhejê û bandora wê dê di demên pêş de jî wê pir nîqaş bên kirin. Niha dema alîkarî û hevgirtinê ye. Her kes dixwaze alîkariyê bike. Her Çend kesên nîyetxerab hebin jî, Kurd bi hemû şîyanên xwe hewl didin alîkarîyê bikin.

Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî û sazîyên Herêma Kurdistanê, yekemîn grûpa alîkariyê gihandin Bakurê Kurdistanê

Bi taybetî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û BFC (Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî) hêj 24 saetan li ser erdhejê derbaz nebûyî xwe gihandin cihê pêdivî ev hawarçûn gelekî watedar bû. Ji Hewlêrê gihîştin Elbistanê. BFC, ku li asta navdewletî weke saziyek pêbawer tê naskirin cihê şanazîyê ye. xebat û zehmeta wan cihê îftixarê ye. Ji ber vê şêwazê xebatê her tim bûye rêxistinek ku ji aliyê Kurdan ve hatiye piştgirî kirin. Em Kurd di vê heyama erdhejê de dîsa alîkarîyên xwe bidîn BFC.

Yek jî Heyva Sor a Kurdistanê heye, ku weke rêxistinek alîkarîyê tê bi nav kirin. Vê rêxistinê ji saetên destpêkê ve dest bi kampanyaya xêrxwaziyê kirî ye. Em hemû di şert û mercên aborî yên dijwar de dijîn. Em dixwazin zanibin ku alîkariya ku em ji risqê zarok û qirika xwe qutdikîn û rêdikîn bi gehe cihê pêdivî. Baş e, li vir pirsa girîng ew e ku Heyva Sor a Kurdistanê dezgehekî pêbawer e? Bi rastî dê alîkariya me gihîne mexdûrên erdhejê an na?

Heyva Sor a Kurdistanê di zelalî û gihandina alîkariyê de gumanbar e

Mixabin heya niha Heyva Sor a Kurdistanê di babetê şefafiyet û gihandina alîkariyan de cihê şikê ye. Ji aliyê welatên Ewropayê ve gelek caran li ser vê sazîyê lêpirsîn û ceza hatiye birîn. Ji xeynî wê, heta niha çiqas alîkarî hatine komkirin û çiqas hatine belavkirin ti agahîyên berbiçav nîne.

Ger em bi eşkereyî bêjin Heyva Sor a Kurdistanê sazîyeke ku PKKe li Ewropayê pereyên xwe yên reş pê vediguhêze. Ango PKKe pereyên ku ji gel kom dike bi rêya Heyva Sor ji bo karê xwe yê partîyê bikartîne. Ji wan pereyan rêjekî pir kêm ji bo cihên pêdivî dihêt terxan kirin. Bi pereyên mayî jî saziyên PKKê, bi taybetî televizyon û sazîyên ragehandinî yên li Ewropayê tên fînansekirin. Heyva Sor xwedî pratîkek e wiha ye. Ger hûn li rûpela “Erê” binerin, hûn dikarin dîmenên ku Heyva Sor li Şingalê çawa alîkariyî belav dike bibînin. Lê belê ew sazîya ji gel bi milyonan Euro kom dike, tenê ji bo veşartina helwesta xwe rêjekî kêm yê alîkarîyê tê belavkirin.

Heyva Sor bi heskûyê kom dike bi kevçîyê belav dike

Heyva Sor di dema borî de jî ji bo mexdûrên lehiyê li Rojhilat-Îranê pere kom kiribû. Gelo ev pere bi ku ve çûn?

Heyva Sor her sal fitre û zekatê kom dike. Ev pere ku ve diçe?

Alîkariyên Heyva Sor di navbera salên 2015-2016 an de ji bo gelê Sûrê komkirî ku ve çûn?

Zelalbûn tune. Dem bi dem çend wesayîtên barhelgir yên alîkariyên li Rojava belav dikin lê em dipirsîn PKKe bi hezaran lîtrên neft difiroşe û qaçaxcîtîya çekan dike kan ê ew pere?

Ji ber vê yekê Heyva Sor bi heskû kom dike bi kevçîyê belav dike. Loma jî ev pratika wê pêbaweriya wê sazîyê xera dike.

Ji xwe Heyva Sor bi her awayî ne di wê rewşê de ye ku rasterast alîkariyan bişîne Bakurê Kurdistanê. Em bihesibînin ku ew bişîne jî dê ew pere di nav destên wan de bihele. Her yek dê li cihekî dê bidize. Ji bo vê yekê alîkariya me ji Heyva Sor re dê pereyê me bêdiyarde be.

Cemîl Bayik diyar dike ku dê Heyva Sor dê pereyan bide kê.

Bi rastî hêza me nîne ku em behsa siyasetê bikin, li Ewropayê ka aborîya PKKê çawa di xebite, pere diçin kîjan kargehan û bazaran, çawa ji mirovan distînin, ji ber ku em di rewşekî pir xemgîn da ne. Em nikarin bi belge ve bêjin ku Heyva Sor rêxistineke bi ser PKKê ve ye. Mixabin, em îro nikarin bi dirêjî rave bikin ku Heyva Sor dê çiqas pereyan terxan bike ji ber ku tevahiya sîstema darayî ya PKKê di bin kontrola Cemîl Bayik de ye. ango kilîla qasa perayan di destê Bayik de ye.

Em pir xemgîn in, em tenê dixwazin alîkarî bigehin cihên pêdivî. Em tenê dixwazin ku mexdûrên erdhejê cil û bergek germ li xwe bikin û şorbeyek germ vexûn. Bila zarok werin têr kirin. Bila konekî hebe ku ew serê xwe bikin bin ve xwe ji sermayê Sitare bikin. Hîn zivistanek dirêj maye, sir û serma heye. Bila alîkarîyên me demildest bigehin binecihê. Ji ber vê sedemê Heyva Sor ne cihekî pêbawere ku mirov ji bo alîkariyê tercîh bike.

Pustên heman beş