Li Gare, Metîna û Pîris 5 gerîlayên PKK’ê xwe kuştin

Li Gare, Metîna û Pîris 5 gerîlayên PKK’ê xwe kuştin

PKK’e ne bi tenê ji boy gelê sivîl, ji boy çekdarên xwe jî bûye derdê bêy derman, PKK’e ne bi tenê ciwanên kurd yên ku yan revandine yanjî mejîkê wan şoştiye û bi fêl wan tevlî refên xwe dike û bi destê leşkirê tirk dide kuştin, belku ji ber reftara nebaş û hovane ya vê partiyê hin ji gerîlayan neçar dibin ji boy xelas bûna ji vî derdî bi destên xwe xwe bikujin.

Hejmara çekdarên PKK’ê yên ku wan bi xwe xwe kuştine ne hindik e, herî dawî 5 çekdarên rêxistinê li çiyayên Gare, Metîna û Pîris bi sedema reftarên wehşî yên partîya xwe, dawî bi jiyana xwe anî ne.

Li gorî agahiyên taybet û belgeyên ku ji boy pêgeha “Darka Mazî” hatine şandin, 5 çekdarên PKK’ê ji ber reftara xerab a vê partiyê bi wan re, li çiyayên Gare û Metîna, yan xwe kuştine yan jî hewla xwe kuştinê dane.

Nav û agahiyên van 5 çekdaran wisa ye:

  1. Katû Mardînî, temen 19 sal, ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2018an de li çiyayê Pîrs yê Başûrê Kurdistanê ji ber reftara xerab ya berpirsên xwe, xwe kuştiye.

  2. Egîd Maku, temen 23 sal, ji bajarokê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di temeneke biçûk de tevlî PKK’ê bûye, di havîna 2019an de, li “Girê Reşîd” yê li devera Berê Garê ji ber reftara xerab ya berpirsên xwe yên li vê deverê xwe kuştiye.

  3. Havîn Gever, temen 20 sal, ji Gevera Bakurê Kurdistanê, di sala 2019an de li Girê Kun li devera Berê Garê bi sûça evîndarîya bi çekdarekî kurr yê bi navê Uzgor Jiyanda re ji aliyê berpirsên PKK’ê ve tê girtin û îşkencedan, ji ber vê yekê hewla xwe kuştinê dide.

  4. Sîlvan Amed, temen 21 sal, ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2020an de li Girê Hekarî li çiyayê Metîna ji aliyê berpirsên PKK’ê ve bi tundî tê eşkencedan, ji ber vê yekê xwe dikuje.

  5. Arjîn Amed, temen 18 sal, ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2021an de li gundê Gwîlka bi sûça têkiliyên evîndarî bi gerîlayekî bi navê Siyabend Efrîn re ji aliyê berpirsên PKK’ê ve hatiye eşkencedan û ji ber vê yekê xwe kuştiye.

PKK’e partiyeke ku ji boy jinavbirina kurdan hatiye damezrandin, ciwanên kurd bi eşqa Kurdistanê dixapîne, berê wan dide çiya û li çiya bêy ku haya wan ciwanan pê hebe ew li dijî Kurdistanê tên bikaranîn, PKK’e yan van ciwanan bi destê dewleta tirk dide kuştin, yan PKK’e bi xwe wan tasfiye dike û yan jî wan têxe rewşeke ew qas giran ku ew bi xwe, xwe bikujin, anku dawiya wan her mirin e.

Pustên heman beş