Pîlaneke xeter ya PKK’ê, milîsên Îranê û Hizbulah eşkere dibe

Pîlaneke xeter ya PKK’ê, milîsên Îranê û Hizbulah eşkere dibe

PKK’e bi rîya şaxa xwe ya Rojava Kurdistanê PYD’ê û rejîma Sûriyê, pîlaneke xeter û ne di berjewendîya rojava de li dijî hêzên Amerîkayê yên li Rojava Kurdistanê dimeşîne, di vê çarçûvê de hejmarek zêde ya çekdaran damezrandine û perwerdeya serbazî dide wan.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, bi alîkarî û hêsankarîya PKK’ê-PYD’ê û rejêma Sûriyê, nêzî 400 çekdarên ser bi mîlîşyayên Îranê, Hizbulah a Libnanî û Hêzên Parastina Niştîmanî yên ser bi rejêma Sûriyê ve, operasyonek leşkirî encam da ne.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, ev operasyona hevpar li roja 16/12/2022an, li gundê Hac Bediryê ser bi bajarokê Qamişloyê ve hatye encam dan.

Her wiha çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, vê hêzê amadekarî kirine ji bo ku di bin navê ” Hêzên Berxwedana Gel a Sûriyê ” êrîşên çekdarî li dijî hêzên Amerîkayê yên li Herêmên Rojhilata rûbarêFiratê encam bidin û mebesta sereke ji pêkanîna vê hêzê jî di esas de dijatîkirina Amerîkayê û parastina berjewendiyên Îranê li Sûriyê ye.

Pustên heman beş