PKK’ê li dijî Mîrê Êzidîyan şer îlan kir

PKK’ê li dijî Mîrê Êzidîyan şer îlan kir

Xebatkarên PKK ê li Şingalê xelkê dicivînin, li dijî Mîr Hazim Tehsîn Beg ê Êzidî axaftinên tehrîk dikin û hewl didin ku xelkê deverê li dijî Mîr daxuyaniyan bidin.

PKK’ê di vê meha dawîyê de dezenformasyona xwe ya li ser Şingalê zêde kir, bi rêya çapemeniya xwe planeke tarî li ser Şingalê pêk tîne. Kesên bêguneh têne girtin, îşkence li wan tê kirin ku ew bibêjin em sîxûrin. Li aliyê din dixwazin civaka Êzidî berdin hevdu ku ew şerê hev bikin.

PKK’ê niha jî li dijî Mîr Hazim Tehsîn Beg ê Êzidî dest bi kampanyayek reşkirinê kiriye. PKK, xebatên dîplomatîk ên Mîr Hazim Tehsîn Beg ên ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan, berovajî dike û dibêjin ku ew axaftin zirarê didin Êzidiyan. Ji bilî vê, PKK dixwaze di navbera jiyana şexsî, malbatî û hwd ya Mîr Hazim Beg de dirzekî çêbike.

Di hin hevdîtinên dîplomatîk de, bi bikaranîna du wêneyên Erdogan û Mîrê Êzidîyan Hazim Tehsîn Beg bi hev re, dixwaze têgihiştineke wiha çêbike ku bibêje “Mîr Tehsîn Beg xizmeta Tirkan dike”. PKK’ê  saziyeke olî ya bi navê “Meclîsa Olî ya Êzidiyan” damezrandîye, li ser navê vê meclîsê hewlên ji hev bijandina çivaka Êzidî dimeşîne.

PKK dixwaze gelê Şingalê ji Laleşê qut bike

Civaka Êzidî ji ber hin mijarên civakî di nava xwe de xwedî nakokiyan e. Di navbera Başîka-Şexan û Şingalê de, hin cudahî hene. Her du herêm ji aliyê erdnîgarî ve ji hev dûr in û nifûsa Êzidiyan li Başûrê Kurdistanê li Şingal zêdeye, lê giranîya parestgehên olî li herêma Şêxan in. Herwiha ji ber ku xeta Başîqa-Şêxan nêzîkî bajarên Kurdistanê ye, rêjeya bajarvaniyê zêdetir e û rewşa wan a aborî baştir e. Bi ser de jî malbata Mîr li Şêxanê rûdine. Ev rewş ji mêj ve di nava gelê Şingalê de bûye cihê nîqaşê. Lê ti carî di nava Êzidiyan de nebû sedema dubendiyê. Bi taybet êzidî li hemberî Mîrgehê û Perestgeha Laleşê rêzdarin.

Piştî PKK’ê nekarî Êzidîya qazanç bike, dest bi komplo û şantajê kir

PKK ji sala 2015 an û vir ve dixwaze hemû Êzidîyan li dora xwe bicivîne lê di vê plana xwe de bi ser neket. Dema ku bi ser neket, vêca dixwaze bi rêya hin nakokiyên civaka Êzidî wan ji hev bijikîne û beşek Êzidîyan bikşîne gel xwe. Bi vê armancê dixwaze gelê Şingalê ji perestgeha Laleş dûr bixe û di nava ola Êzidîya de nakokîyan gûrr bike.

PKK ji sala 2015 an û vir ve bi bêdengî vê polîtîka dabeşkirin ê dimeşîne, lê niha fêm kir ku temenê wan yê mayî li Şingalê kêm bûye. Ji ber ku niha Ewropa û Emerîka ji bo pêkanîna rêkeftina Şingalê hewldaneke micid dimeşînin. Ev rewş PKK’ê pirr ditirsîne.

PKK dixwaze rewşa kaosê ya li Şingalê bidomîne, ji bo ku rewş li Şingalê asayî nebe û serweriya xwe ji dest nede. Ji bo vê jî bi lezgînî siyaseta parçekirina Êzidîyan xist rojevê û lîstikên qirêj dan despêkirin. bereyek li dijî Mîr Hazim Beg ava kirin beşek ji vê lîstikê ye. Mîr Hazim Beg ji dûr ve li hember hemû hêzên ku dixwazin destwerdana Şingalê bikin radiweste. Nakeve nava qada siyaset û partîyan de. Ji ber ku berê li Ewrûpayê maye, zimanî bîyanî dizane û di gelek saziyan de, nemaze li Elmanyayê, kesekî bi bandor e. Heta niha li dijî PKK’ê helwestek nîşan nedaye, lê neketiye bin serweriya PKK’ê de jî. Li dijî siyaseta PKK’ê ya parçekirina Êzidiyan radiweste. PKK heta niha nekariye Mîrî bikişîne layê xwe, ew dizane ku Mîr PKK’ê napejirîne. Ji ber vê yekê jî dixwaze herî kêm bandora Mîrî di nav civaka Êzidîyan de bişkîne û gelê Êzidî ji hece ango perestgeha Laleşa Nûranî dûr bixe.

PKK li Mîrê Êzidîyan Şantaj dike

PKK niha sazîya bi ser xwe ve “Meclîsa Olî ya Êzidiyan” dide axaftin. Lê nava gel de jî bingehê fitnê amade dike. PKK di bin navê Meclîsa Gel de li gundan digere, li dijî Mîrî propagande dike û dibêje; xelkê Şingalê re dibêje, “Mîr û derdora wî li we nafikirin, ji bo xwe dixebitin, lewma ew naxwazin ji Kurdistanê veqetin, têkiliyên Mîr Hazim beg bi tirkiyê re hene. Tirkiye dijminatiya Êzidiyan dike. Wê demê Mîr Hazim çima bi dijminên Êzidiyan re danûstandin dike û hwd?

PKK li ser cenabê Mîr Hazim Beg zextê zêde dike ku hinek tawîzan jê wergire. Bi rastî şantaj li Mîr Hazim Begê tê kirin.

PKK bi van planan birînên civaka Êzidî kûr dike û di xwaze we şerê hev bikin. Ev hewlên PKK ê dê zîyanekî mezin bide civak û Ola Êzidiyan û herêma Şingalê jî qels bike.

Pustên heman beş