PKK’ê ciwanekî êzdî bi awayekê hovane kuşt

PKK’ê ciwanekî êzdî bi awayekê hovane kuşt

Rêxistna PKK’ê ciwanekî êzdî yê Şingalê bi navê “Çiya” bi awayekî herî hovane kuşt, du gulleyên kelaşînkofê lê xistin, ya yekê serê Çiya û ya duyemîn jî dilê wî armanc kir.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, ciwanekî êzdî yê temen 21 sal bi kodnavê “Çiya Botan” ji hêla çekdarên PKK’ê ve bê sûç hatye kuştin û ji bo ku ev tawan îfşa nebe, PKK’ê ji hevalên Çiya re gotiye ku ew ji bo rojava kurdistanê hatye şandin.

Darka Mazî weke çawa ji destpêka weşana xwe bi sedan tawanên rêxistina PKK’ê yên di rasta gelê êzdî de îfşa kirine, karî agahiyên tam derbarê tewana kuştina vî ciwanê êzdî yê bi navê Çiya dest xwe bixe, emê di vê raporê de bi hemû horgilîyan ve bas bikin.

Çiya Botan kîye?

Çiya Botan, nasnavê şervanekî PKK’ê ye ku kurdekî Êzidiye, di sala 2002an de ji dayik bûye û xelkê gundê Borkêyê Şengalêye, mirovekî bejin bilind û bihêz bû, bi ti awa kêmasî di karên xwe de qebûl nedikir, berpirsên PKK’ê hesabeke taybet ji wî re dikir, loma di nav hevalên xwe de bi navê “Hovo” dihat naskirin.

Çiya bi tenê xûşkek hebû û her dem wêneyên xûşka xwe nîşanî hevalên xweyên semîmî dida û di nava hevalên xwe de digo “ez û xûşka xwe tenê ne, ez ji wê pir hez dikim û pir bêriya wê dikim, ev jî rê nadin ez herm xûşka xwe bibînim, dayîka min berpirsa meclîsek PKK’ê ye, PKK’e mehane 1700 heya 2300 dolar didin malbata min.”

Çiya Botan kengê û çima tevlî PKK’ê bû?

Di sala 2017an de di bin bandora kadroyên PKK’êyên ku timî diçûn mala wî û di hundirê mala wî de civîn li dar dixistin, tevlî nava PKK’ê bû. Demekî di nava hêzên “Hat” yên Şengalê de bû, lê belê, ji ber ku nedixwest di nava hêzên “Hat” de bimîne, tim pisgirêk bi berpirsê xwe re hebûn û heya gihîşt wê astê ku carekî li berpirsê xwe xistibû.

PKK’ê pir ditirsiya ku carekî Çiya Botan bireve û dev ji PKK’ê berde, ji ber ku gelek nihênî li cem wî hebûn û dayîka wî jî di nava PKK’ê de berpirsyar bû, ji ber vê yekê tometa bikaranîna madeyên hişber dide pal wî û bi vê hincetê bo dema 6 mehan ji aliyê PKK’ê ve hat zindankirin, piştre ji boy bajarê Hesekêyê Rojavayê Kurdistanê tê veguhastin û li wir beşdarî kursa “çekên giran” bû.

Ji ber zîrektî û jêhatiya xweya di nava PKK’ê de 5 kursên wek “Nîşan Şikênî, teqemenî, çekên giran, çawaniya encamdana operasyonan, çekên navendî” dîtine.

Wezîfeya wîya dawî di “Yekîneya Gerok ya Şehîd Kerîm” de li “Tapa Babla” li gundê Babola yê ser bi bajarokê Dînartê bû.

Di dawiya Kanûna 2021an de dîsa PKK’ê sûçek din a bê binema û dûr ji rastiyê ji wî re çêkir û ew bi sûça têkiliyên bêexlaqane bi şervana jina bi navê Axîn Ereb re tumetbar kir û piştre ew hat girtin.

Li ser vê sûça PKK’ê ji çiya re çêkirî bi amadebûna Rêzan Amed serokê Akadîmîya şehîd Mahir û berpirsê “Yekîneya Gerok ya Şehîd Kerîm” Adil, civînek hat lidarxistin, di civîna lêpirsîna ji Çiya re tev amadebûyan biryar li dijî Çiya da, ew jî hêrs bû û got, “eger hûn rast dibêjin, biryareke wêrek bidin û min bikujin, nexwe ezê xwe bikujim”, piştre jî heqaret li Rêzan Amed kir û ber bi jûra Metbexê ve bazda û xwest bi kêrê xwe bikuje, lê ji aliyê hevalên xwe ve hat girtin û her du destên wî hatin girêdan, paşê ew birin odeya tunelêya hêzê û li wir ji aliyê çekdarê bi navê “Karasû” ve pasewanî lê dihat kirin, li wir Adil ji Karaso re wiha got: “li jor biryar hatiye dayîn ku derfeta xwekujiyê bi Çiya were dayîn, ji ber vê yekê bi hinceta kişandina cixareyê demekê ji wî dûr bimîne û çeka xwe li cem wî bihêle, bila xwe bikuje”.

Piştre Karasû agahiyan dide Adil û jêre dibêje, “wek te got, ez demekê ji Çiya dûrketim û çûm odeyeke din, min çeka xwe li pey xwe hişt, lê dema ez vegeriyam çiya di xew de bû û xwe întîhar nekir.” paşê bi fermana rêzan Amed û Adil, çiya ji aliyê du çekdarên ser bi HPG’ê ve ji bo çiyayê Heft Tebeq tê birin û li wir tê kuştin, piştî ku ev du çekdar vedigerin şikefta hêzê, Adil ji şervanên xwe re got, “her kesê ku li ser Çiya bipirse, ji wan re bibêjin ku ew êdî ne li vire û ji boy cihekî din hatiye veguhastin.”

Çiya Botan çewa, li kî derê û bi destê kê hat kuştin?

Çiya Botan yê ku di nava hevalên xwe de bi “Hovo” dihat naskirin di rojeka meha 12 a sala 2021an di saet 15:50’an de ji aliyê du çekdarên HPG’ê yên bi navê (Ciwan Kato û Mîlîtan Botan) ji boy beroja çiyayê Heft Tebeqê yê li nêzî Kaniya Hişk li sînorê bajarokê Dînartê tê birin û bi du guleyan dawiyê bi jiyana çiya Botan tînin, ev du çekdarên HPG’ê bi awayekî wehşiyane Çiya Botan dikujin, piştre bi hinek çeqên daran û pûşî cenazeyê wî diveşêrin, van du çekdarên HPG’ê bi çekê kelaşînkofê guleyek li dilê Çiya Botan û yeke din li serê wî xist û ew teror kir.

Pustên heman beş